HPG’ê 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Şevîn, Sarya û Alî ev berxwedan mezin kirin û bi xwesteka xwe ya têkoşînê û tevlîbûnên xwe yên bêhesab, navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 3 şehîdên herêma Avaşînê bi bîr anîn.

HPG’ê têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî dan:

Hevrêyên me yên hêja, milîtanên Apoyî Şevîn, Sarya û Ali sala 2017’an li herêma Avaşînê şehîd bûn.

Li ser xeta PKK û PAJK’ê tevahiya emrên xwe fedayi jiyana azad a gelê me kirin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedaneke destanî kirin û heta hinaseya xwe ya dawî li berxwe dan.

Em di salvegera şehadeta wan de hevrêyên xwe bi hurmet bi bîr tînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên xwe, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya hevrêyên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Ozlem Berfe bi nasnav Şevîn Azad, navê dayik Zeynep navê bav Reşit li Colemêrgê ji dayîk bûye û 27’ê Tîrmeha 2017’de li Avaşînê şehîd bû.

Leyla Avcı bi nasnav Sarya Ronahî Zagros, navê dayik Zehra navê bav Salîh li Mêrdînê ji dayîk bûye û 27’ê Tîrmeha 2017’de li Avaşînê şehîd bû.

Haci Sezer bi nasnav Alî Çîçek Cûdî, navê dayik Gûrbet navê bav Şehmûs li Şirnexê ji dayik bûye û 27’ê Tîrmeha 2017’de li Avaşînê şehîd bû.

HPG di daxuyaniya xwe de bi vî rengî qala her 3 şehîdan dike.

Hevrêya me Şevîn li Geverê di nav malbateke welatparêz de hat dinê.

Bavê wê Reşît sala 1999’an li herêma Mêrgezerê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bû.

Ji bo tola bavê xwe yê şehîd hilîne tim di nava lêgerînê de bû.

2013’an de kurapê wê Bemal Tokçu û 2014’an hevalê wê yê nêz Rojhat Ozdel di êrişa dijmin de şehîd bûn.

Vê yekê hêrsa wê ya li dijî dagirkerên Kurdistanê hîn zêdetir kir.

2015’an berê xwe da nav refên gerîla û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.

Çeka bavê xwe hilgirt û bû gerîlayeke YJA-Starê.

Li her dera lê, bi wê sekna xwe ya milîtanî rabû.

Herî dawî çû herêma Avaşînê û li vir jî bû xwedî ked û têkoşîneke mezin.

Hevrêya me Sarya jî li Kerboran ji dayik bû.

Ji ber welatparêziya malbate tevgera azadiyê di zarokatiya xwe de nas kir.

Demekê xebatên milîstiyê meşandin.

Dema zanîngeh dixwend bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bû.

Di şerê berxwedana Kobanê de wek xebatkareke tendirûstiyê bi birîndaran re eleqedar bû.

Ji ber xebatên xwe çend caran hat binçavkirin.

Lê neheqiya li gelê Kurd hatî kirin qebûl nekir.

Rêya têkoşîna li dijî zilm û faşîzmê di nava PKK’ê de dît.

Wek şervaneke mînak a PKK û PAJK’ê bi rola xwe ya pêşeng rabû.

Bi kesayeta xwe ya têkoşer û sekna xwe ya mutewazî li her derê bû parêzvanê jiyana Apoyî.

Hevrêyê me Alî jî li Silopya ji di nav malbateke welatparêz a ji eşîra Sipêrtî de dayik bû.

Bi çanda kevnar a Botanê, bi çirokên lehengiyê yên gerîla mezin bû.

Xeyala wî ew bû ku rojekê bibe gerîla.

2014’an ev xeyala xwe pêk anî û derbasî Çiyayên Azad bû.

Di demek kurt de bû gerîlayekî xwedî tecrûbe.

Bi îdîayeke mezin li gelek qadan kar û xebatên şoreşê kirin.

Heta roja şehadeta xwe li dijî êrişên dijmin berxwedaneke dîrokî kir.