HPG’ê bîlançoya Cotmehê eşkere kir: Çalakiya TUSAŞ’ê dewleta Tirk hejand

 

Navenda Ragihandina HPG’ê, bi daxuyaniyekê bîlançoya şer ya meha Cotmehê eşkere kir û got; Dewleta Tirk a qirkerû mêtinger di serî de eyaletên Bakurê Kurdistanê li hemû eyaletên Herêmên ParastinayMedyayê bênavber êrîş kirin.

Di meha Cotmehê de Herêmên Parastina edyayê 302 caran bi balafirên şer, 347 caran bi helîkopterên êrîşê, carekê bi çekên kîmyewî, 2 caran bi droneyên bombebarkirî û 101 caran jî,bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir.

Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên qedexekirî û bombardûmanê bê navber sûcên şer kir.

Lê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev êrîşên artêşa Tirk a dagirker têk birin. Çalakiyek hewayî, 96 çalakiyên ji bejahiyê, bi giştî 97 çalakî kirin.