Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
“Hevrêyên me Dilara Urper bi nasnav Sara Tolhildan Goyî û Emel Feremez Hisên bi nasnav Rûken Zelal ên ku 26’ê Îlona 2022’an li Mezîtlî ya Mersînê çalakiya fedî kirin û pêşengên fedaî yên Apoyî hevrê Ozkan Şahîn bi nasnav Rojhat Zîlan û Hasan Ogûz bi nasnav Erdal Şahîn ên 1’ê Cotmeha 2023’an li paytexta Tirkiye Enqereyê çalakiya dîrokî kirin, di salvegera şehadeta wan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin.
Pêşengên me yên fedaî bi rengekî profesyonel û serketî çalakiya fedaî kirin û di pêvajoya herî giran de serdemeke nû dane destpêkirin.
Bi bilindkirina fedaîtiya Apoyî re asta tevlîbûna li têkoşînê bilind kirin, pîvana têkoşîn û jiyana rast a li ser xeta Apoyî jinûve diyar kirin.
Fedaiyên me mohra xwe li rabirdûyê xistin, ev dem bi rê ve birin û siberoja me diyar kirin.
Em soza xwe dubare dikin ku rêbazê çalakiyê û jiyana Apoyî ya fedaiyên xwe her tim bişopînin û timî xwedî lê derkevin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên xeta fedaîtiyê ne, di nava meha Îlonê de li dijî êrîşên artêşa dagirker û dewleta Tirk a mêtinger qirker bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan.
Li Bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê heta Botanê, ji Amedê heta Dersîm û Garzanê artêşa dagirker operasyon û bombardûmanên bêhejmar kir.
Di şerê li hemberî artêşa Tirk a dagirker de li Eyaleta Mêrdînê hevrêyên me Adem Ozkan bi nasnav Zerdeşt Sûrûç û Selman Dagdelen bi nasnav Rêbaz Bagok, li Eyaleta Amedê hevrêyên me Zirav Taş bi nasnav Hebûn Pîro û Fehmî Başkûrt bi nasnav Botan Osyan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Di meha Îlonê de ku bombardûman û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teknîka şer zêde bûn, Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 8 caran bi droneyên bombebarkirî, 169 caran bi helîkopterên êrîşê û 303 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî van êrîşên artêşa dagirker bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên profesyonel bersiv dan.
Di nava meha Îlonê de gerîlayên me performanseke çalak nîşan dan, ji hewayî carekê, ji bejahî 111 caran; bi taktîkên cuda 112 caran çalakî kirin.
Di encama van çalakiyan de Serdarê Peya Osman Ayan û 27 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.
Bîlançoya şer a meha Îlonê bi vî rengî ye:
Êrîşên bi balafirên şer: 303
Êrîşên bi helîkopteran: 169
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 51
Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 8
Çalakiyên gerîla yên hewayî: 1
Çalakiyên gerîla yên bejahî: 111
Temamiya çalakiyên gerîla: 112
Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 27
Hejmara dagirkerên payebilind ên hatin cezakirin: 1
Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 11
Sîstema Radarê: 2
Cebilxane: 1
Bombeavêja bi zincîr: 1
Drone: 5
Kameraya mobesse: 4
Çeper: 3
Enerjiya Rojê: 1
Helîkopterên Êrîşê: 2
Helîkopterên Skorsky: 1
Çeper: 3
Kepçe: 1
Her wuha HPGê ragîhand ku 4 Hevrêyên wan jî şehîd bûne