HPGê Bîlançoya meha Tîrmehê ragîhand: SÎHA’yek, 2 helîkopter hatin xistin, 56 dagirker hatin cezakirin.

 

Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê bilançoya meha Tirmehê eşkere kir û got;

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi bîranîna fermandara me ya fedaî ya nemir hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) û dilsoziya pê re, dest bi meha Tîrmehê kirin.

Gerillayên Azaidyê di xeta Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz da berxwedan mezin kirin.

Li hemberî her cûre êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her derê li ber xwe dan û asteke girîng a berxwedanê afirandin.

Navendê got; Dijmin 56 caran bi bombeyên kimyewî, 64 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 2 êrîşên bi bombayên tetîk nukler, êrîşî Gerillayên Azadiy û qadên berxwedanê kirin.

Gerillayên Azadiya Kurdîsdtanê, di meha Tirmehê de, SIHAyek, 2 helikopterên Skorsky xistin erdê, fermandaerkî paybilind Yarbayê bi navê Abdullah Cem Demirkan jî dinav de, bi sedan leşkerên artêşa Tirk ceza kirin.

Navendê herî dawî got, Gerillayên Azadiya Kurdistanê, performansa şer û berxwedana xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî di meha Tîrmehê de pêk anîn.

Weke xelekek berxwedanê ya girîng derbasî dîroka têkoşîna Kurdistanê kirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi hestên mezin yên fedakariyê ku Hayrî Dûrmûşan digo;

‘Li ser kevirê gora min binivîsînin ku deyndarê gelê xwe ye’ û bi biryardariya xurt ya Kemal Pîran ku digot ‘Em ji jiyanê ewqasî hez dikir ku di oxira wê de dikarin bimirin’ têkoşîna azadiyê bênavber meşandin

Gerilla nîşan dan ku xwedî li erk û berpirsiyariya xwe ya pêşeng derdikevin.