Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di pêvajoya 2 mehan a piştî daxuyaniya Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel de hêzên me hemû di çarçoveya biryara agirbestê de tevgeriyan.
“Lewma Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê pêwîstiyên vê pêvajoya hesas bi sebir û fedakariyeke mezin bi cih anîn.
“Artêşa Tirk a dagirker mehên Adar û Nîsanê, vê rewşa agirbestê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji xwe re weke girsendekê dît û giranî da ser rêbazên li derveyî exlaqê û di konsepta îmhayê de israr kir.
Li gel ku hêza xwe bi temamî seferber kir jî nekarî berxwedana gerîla ya dîrokî bişikîne û li herêma rojavayê Zapê ku navenda Zapê ye li pêşberî gerîla şikest.
Artêşa Tirk a dagirker piştî vê şikestinê êrîşên xwe yên li ser çeper û tunelên li qadên berxwedanê zêde kir.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst dan û destûr nedan pêşveçûna dagirkeran.
Dagirkerên ku nekarî ji vê berxwedana bi heybet derbas bibin, careke din li derveyî pîvanên şer li hemberî hêzên me çekên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û bombeyên fosforê yên qedexekirî bi kar anî.
Hêzên me yên li ser bingeha parastina rewa tevgeriyan, 17 caran dest li dagirkeran werdan ku di pozîsyona êrîşê de bûn.
Di encama vê destwerdanê de dagirkerek hate cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn.
Her wiha hêzên me tankek, 2 wesayitên zirxî, 2 sîstemên kamera yên mobesse, obusek, 2 drone, jammerek îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî û konteynirekê û xistin, droneyek jî desteser kirin.
4 hevrêyên me ku xaka Kurdistanê ya pîroz li dijî dagirkeran bi fedakariyeke mezin parastin, bi fedaîtî şer kirin, bûn rûmeta gelê me û ala têkoşînê ji me hevrêyên xwe re hiştin, di meha Nîsanê de şehîd bûn.
Em şehîdên xwe yên nemir ku doh, îro û siberoja me ne careke din bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin.
Agahiyên berfireh ên bîlançoya şer a meha Nîsanê bi vî rengî ye:
Êrîşa bi balafirên şer: 76
Êrîşa bi helîkopterên êrîşê: 12
Êrîşa bi çekên kîmyewî (Fosfor): 3
Êrîşa bi droneyên bombebarkirî: 2
Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî: 4
Êrîşa bi çekên giran, top û obusan: 9693
Destwerdana li êrîşan: 17