HPG’ê Gerîlayên şehîd Nûda û Şiyar bi bîr anî

Navenda Ragihandinaa HPG’ê, derbarê şehadeta Nuda û Şiyar da daxuiyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Milîtanên fedaî yên Apoyî hevrê Gerilla Şiyar û Nûda ku bi her awayî xwe tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurd kirin û mohra xwe li serketinên destanî dan.

Navendê got ku, hevrê Gerilla Şiyar û Nuda, bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi hevrêtiya xurt û keda ji bo jiyanê, bûne milîtanên Apoyî yê mînak û wiha dewam dike:

Ew bûne şopdarê hevrêyên xwe yên fedaî û di têkoşîna azadiya gelê Kurd de kedeke mezin dan.

Hevrê Gerilla Şiyar û Nûda weke şervanên wêrek û fedaî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hiştin û di 4’ê Îlona 2017’an de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bûn.HPGe ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşere kir.

Ersîn Arvas, bi nasnav Şiyar Cûdî, li Wanê ji dyaik bû, Dayik û Bav: Zubeyde-Tahîr, di 4’ê Îlona 2017an de li Zapê şehîd bû.

Denîz Bayar, bi nasnav Nûda Êrîş Andok, li Şirnexê ji dayik bûye, Dayik û Bav: Fatma-Metîn, di 4ê Îlona 2017an de li Zapê şehîd bû.

Hevrê Şiyar li herêma Geliyê Karkarê yê navçeya Westan a Wanê li nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Malbata hevrê Şiyar, di salên 1990’î de ku li Bakurê Kurdistanê gund dihatin şewitandin û kuştinên kiryar nediyar gelekî zêde bûn, ji ber zilma dewletê koçî Wanê kir.

Hevrê Şiyar di dema dibistana dagirkeran de dixwend, tevlî nava karên ciwanên şoreşger û welatparêz bû.

Di sala 2007’an tevlî nava refên Gerîla bû.

Piştî pêvajoya perwerdeya destpêkê, hevrê Gerila Şiyar li her qada berxwedanê têkoîn kir.

Hevrê Gerilla Şiyar, piştî têkoşîna li Herêmên Parastina Medya, çû Zapê û têkoşîn kir û di 4’ê Îlona 2017’an de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

Hevrê Nûda li Silopiya, di nava malbateke welatparêzde ji dayik bû û ji biçûkayi, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir.

Hevrê Nuda, di pêvajoya Berxwedana Kobanê de, di dema seferberiyê de bi rengekî çalak tevlî kar bû.

Di sala 2015’an de tevlî nav refên Gerîla bû.

Piştî perwerdeya destpêkê li Herêmên Parastina Medya, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Hevrê Nuda di demekê kurt de bû Gerîlayeke YJA Starê.

Bi lêhûrbûna xwe ya artêşbûna jinê ya ku bi keda Rêbertî û hevalên şehîd hatiye pêşxistin re her tim armanc kir bibe bersiva pêvajoyê.

Weke mîlîtaneke YJA Starê ya xwedî ruhê serketî, dinava Hêzên Taybet de cih girt û li qada Zapê darbeyên giran li hêzên dagirker xist û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.