Navenda Ragihandina HPG’ê, derbarê şehdeata 2 gerillayên HPGê de daxuyaniyek da û got; 4’ê Hezîrana 2024’an, di encama êrîşa dijmin a li qada Masîro ya navçeya Wan Elbakê, tîmeke Gerîla bû hedef.
Milîtanên Apoyî, Serhildan û Fîraz , di vê êrîşa dijmin de birîndar bûn, ji bo bi saxî nekevin destê djimin, bi fedaiyane gihiştin şehadetê.
Ev helwesta destanî ya Gerilla Serhildan û Fîraz da xuya kirina ruhê fedaî yê Apoyî nayê teslîm girtin.
HPGe ji mlabatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
Rêbwar Fehmî bi nasnav Serhildan Kurdo, li Mêriwanê ji dyaik bûye, Dayik-Bav: Mesture-Rahîm, di 4’ê Hezîrana 2024an de li Wanê îehîd bû.
Barzan Numşa, bi nasnav Fîraz Arjîn, li Wanê ji dyaik bûye, Dayik-Bav: Kîbar-Bayram, di 4’ê Hezîrana 2024an d eli Wanê şehîd bû.
Hevrê Gerilla Serhildan li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û bi hestên welparêzî meizn bû.
Hevrê Serhildan weke her ciwanekî Kurd yê welatparêz li polîtîkayên îmha û înkarê qebûl nekir û di serdema êîrşa çeteyên DAIŞê de, di sala 2015’an de li herêma Qendîlê tevlî nava refên Gerîla bû.
Piştî perwerdeya şervanên nû, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.
Piştî ku di sala 2017’an de perwerdeya pisporiyê dît, çû Bakurê Kurdistanê li dijî hemû êrîşên dijmin bi ruhekî fedaî têkoşîn kir.
Gerilla Serhildan, di êrîşa hêzên artêşa Tirk a dagirker de, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.
Hevrê Gerilla Fîraz jî, ji eşîra Xelîlan ya Wanê dinava malbatake welatparêz de ji dayik bû û b hestên welatprêz mezin bû.
Hevrê Firaz, demeke di dibistanên Tirkan de xwend û polîtîkayên asîmîlasyonê dîtin. Lê tawîz neda, hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêdetir kir.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞê û desteka dewleta Tirk û berxwedana li bajarên bakurê Kurdistanê, hevrê Fîraz, di sala 2016’an de tevlî nava refên Gerîla bû,
Hevrê Gerilla Fîraz, piştî perwerdeya li Qendîlê, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.
Piştre derbasî Bakurê Kurdistanê bû û bi biryardariyeke mezin li dijî hêzên dagirker têkoşîn kir.
Hevrêyê me Fîraz, di 4’ê Hezîrana 2024’an di êrîşa dijmin ya li ser herêma Masîro ya Elbakê tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.