HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û çapemeniya HPG’ê ragihad ku milîtanên fedaî yên PKK’ê Gerilla Azad û Harûn 7-8’ê Tebaxa 2024’an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşên dijmin de şehîd bûne.

Navendê Gerilla Azad û Harûn bêteredût tevlî têkoşînê bûn, bi sekna xwe navê xwe li dîroka berxwedanê nivîsandin.

HPG’ê, ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şahîdan eşkere kir:

Rizgar El Hisên, bi nasnav Azad Efrîn Li Efîrnê ji dayîk bûye navê dayîkê Emîne, navê bav Elî, 7’ê Tebaxa 2024 li Zapê şehîd bû.

Rojhat Şahîn, bi nasnav Harûn Mîra, li Muşê ji dayik bû, navê dayîkê Gulbihar, navê bav Abdulbakî, 8’ê Tebaxa 2024 li Zap’ê şehîd bû.

Gerilla Azad li bajarê Efrînê, dinava malbatek welatparêz de ji dayîk bû, li nava derdorek welatparêz mezin bû. Di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir.

Di demekê de ku şerê li Bakurê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê deng vedida, biryara tevlîbûnê da û di sala 2011’an de tevlî nava refên şoreşê bû. Di berxwedana Kobanê de cih girt, di eniya herî pêş de cih girt.

Piştî DAIŞ têkçû, dema dewleta Tirk li dijî herêmên Parastina medya û bakurê kurdistanê dest bi konsepta nû şerê dagirkeriyê kir, berê xwe da çiyayên azad.

Piştî demekê, derbasî herêma Zapê bû, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkeran şerkir. 7’ê Tebaxa 2024’an, di şerê li dijî dijmin de bi rengekî fedaî şer kir û tevlî nava karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

Gerilla Harûn li navçeya Muş Gimgimê, li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Dimilî ji dayik bû. 8 salan dibistan xwend, di dawiya salê ya dibistana navendî de, ji bo di warê aborî de alîkarî bide malbatê, dest ji dibistanê berda şivantî kir. Wê demê Gerillayên Azadiyê nas kir.

Piştî Şoreşa Rojava, weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2015’ê de tevil bû.

Piştî demekê derbasî Herêmên Parastina Medya bû, perwerda îdeolojîk û leşkerî dît. Pişî tevgera leşkerî ya dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medya, derbasî herêma Zapê bû.

Hevrê Gerilla Harun bi taktîkên Gerîlatiya dema nû destan nivîsîn û weke milîtanekî fedaî yê Apoyî bênavber têkoşiîn kir. 8’ê Tebaxa 2024’ê li herêma Zapê di êrişa dijmin de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.