HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda RagihandinaHPG’ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da û got; Di 30 û 31’ê Tîrmeha 2024’an de, milîtanên Apoyî yên hêja hevreyên Gerilla Eylem û Sozdar, di encama operasyona dijmin de, li herêma Elkê ya Botanê heta nfesa xwe ya daweî şer kirin û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bûn.

HPGe ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şeîhdan wiha eşker kir.

Meryem Onur, bi nasnav, Eylem Stêrk, li Şirnexê ji dayik bûye, Dayik û Bav: Kadriye- Ehmed, di 30-31’ê Tîrmeha 2024an de li Botanê şehîd bû.

Betul Aydin, bi nasnav: Sozdar Evîn, li Çewligê ji dayik bûye, Dayik û Bav: Valîde – Nusrettî, di 30-31ê Tîrmeha 2024an de li Botanê şehîd bû.

Rêheval Gerilla Eylem .li navçeya Şirnex Hezexê di nava malbateke koçer ya ji eşîra Didêrî ji dayik bû.

Hevrê Eylem hîna di zarokatiya xwe de Gerllayên Azadiyê nas kirin û di sala 2014’an de tevlî navarefên Gerilla bû.

Piştî perwerdeya destpêkê derbasî Herêêmên Parastina Medya bû û weke Gerillayeke jêhatî ya YJA Starê li her qada berxwedanê.

Hevrê Eylem demeke dirêj li gelek qadên Bakurê Kurdistanê têkoşin kir. Bi sekna xwe ya milîtanî û kesayetek mutewazî di dilê hemû hevalên xwe de cih girt.

Hevrê Gerilla Sozdar jî, di nava malbateke walatparêz de li Çewlîgê ji dayik bû.

Li hemberî ku zarokatiya xwe dûrî nirxên civaka xwe dernas kir jî, di dema civantiya xwe de rastî dît û dinava rêxistinên ciwanan de kar kir.

Hevrê Sozdardema li bedlîsê zanşngeh dixwend, rastiya gel û Tevgera Azadiya Kurdistanê fehm kir û di sala 2015’an de, dev ji znaîngehê berda û li qada Garzanê tevlî nava Gerrillayên azaduyê bû.

Piştî perwerdeya destpêkê çû Herêmên Parastina Medyayê bû.

Piştî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk li her qadên berxwedanê têkoşîn kir. Wele Gerillayekê jêhatî ya YJA Starê. di sala 2017’an derbasî Bakurê Kurdistanê bû.

Hevrê Sozdar li gelek qadên Bakurê Kurdistanê, weke Gerillayeke Mînak ya YJA Starê. têkoşîn kir

Navenda Hagihandina HPGê ji bo Gerilla Armanca Dewrîm jî agahş dan û got;

Hevrê Gerilla Armanc Devrîm, di Tebaxa 2024’an di operasyona dijmin ya li qada Kato Marînos ya Botanê de, heta nefesa xwe ya dawî bi lenhengîiyek destnî şer kir û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

HPGe ji mlabata şehdî û gerlê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya Gerilla wiha eşekere kir.

Hacer Tekîn, bi nasnav Armanc Devrîm, li Colemêrgê ji dayik bû, Dayik bû Bav: Asya- Haci, di 12’ê Tebaxa 2024’an de li Wanê şheîd bû.

Hevrê Gerilla Armanc li Geverê dinava malbatek welatparêz de ji dayik bû, Hina di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurd nas kir.

Hevrê Armanc heta bi dibistana amadeyî xwend. Ji psimamên xwe yên gerilla bi bandor bû û di sala 2015’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên Gerîla bû.

Piştî perwerdeya destpêkê lşi Herêmên Parastina Medya têkoşiya û li her qada ku lê bû bi pratîka xwe ya serkeftî û hevrêtiya xwe ya xurt derket pêş.

Hevrê Gerilla Armanc, piştî perwerdeyên pisporiyê, weke gerîlayeke YJA Starê, derbasî Bakurê Kurdistanê û li dijî hêzên dijmin têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Armanc, di 12’ê Tebaxa 2024’an di êrîşa dijmin de, li Wanê tevlî nava karwanê nemirêN Kurdistanê bû.