Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di salvegera şehadeta wî de gerîla Soro Xizginos bi bîranî.
HPG’ê got:
Heverêyê me li bajarê serhildanê Amedê ji dayîk bû.
Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de bi biryardariyeke mezin tevlî nav refên têkoşînê bû.
Jiyan û têkoşîna fermandarê mezin şehîd Çiyager Hêvî ji xwe re mînak girt.
Her kêliya emrê xwe bêyî dudilî da paşerojeke azad a gelê me.
Xaka Kurdistanê ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medya bi canbexşane parast.
Agahiyên têkildarî nasnameya şehîd Soro wiha ne:
Azad Yandi bi nasnav Soro Xizginos, navê dayi Zeynep navê bav Mehmet, li Amedê ji dayik bûye û 23’ê Tîrmeha 2022’an li Garê şahîd bû.
HPG’ê têkildarî şehîd Soro Xizginos ev agahî dan:
Li nav malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû.
Hê di zarokatiya xwe de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas kirin.
Timî dixwest dibe ser şopa Xal û Xaltîka xwe yên tevlî partiyê me bûne.
Bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê re xwest berê xwe bide qada şoreşê.
Lê ji ber hin sedaman ev daxwaza wî pêk nehat.
Ti carî dest ji xeyal û armancên xwe berneda.
Demekê di nava ciwanên şoreşger de xebat meşandin.
Paşê li Amedê beriya tevlîbûnê dan.
Ji sekn û jiyana Çiyager Hêvî bi bandor bû.
Bo moral û coşeke mezin tevlî xebatên partiyê bû.
Dotmama wî Rewşen Amed sala 2016’an li Zagrosê şehîd bû.
Vê yekê hersa wî ya li dijî dijmin zêdetir kir.
Di her xebatê de bû gerîlayekî mînak ê xwedî hevrêtiya jidil, wêrekiya mezin û pisporiya leşkerî.
Her erka girtî ser milên xwe bi awayekî serketî bi cih anîn.
Meşa wî ya azadiyê ku ji Amedê dest pê kir, li Herêmên Parastinê yên Medya gihîşt lûtkeyê.
Hevrêyê me Soro bi şerê xwe yê lehengî û wêrekî, navê xwe li dîroka têkoşîna me ya azadiyê nivîsî.
Ew bûn sembola Egîdiya Amedê.
Şehadeta zarokê egîd ê gelê Kurd hevrê Soro ji bo me fermana serketinê ye.
Soz didin ku mîrasa têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.
Di serî de malbata me ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.