Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehadeta 3’ê gerîlayên li herêma Metîna ragihand.
Di daxuyaniyê de têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî hatin dayîn.
Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Tîrmehê de ragihandibû ku 30’ê Hezîranê 3 hevrêyên me di êrişa dijmin de şahîd bûne.
Ew jî gerîla Newal Mêrdîn, Jiyan Rêdûr û Dijwar Keleş in.
Her sê hevrêyên me wek milîtanên mînak ê Apoyî ji li dijî êrişên dijmin cihê xwe di çeperên berxwedanê de girtin.
Bi têkoşîna xwe ya tarzê fedaî ti caran rê nedan xiyanetkar û dagirkeriyê.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên xwe em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Soz didin ku mîrasa têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.
Nasnameyên şehîd wiha ne:
Nûdem Kurt bi asnav Newal Mêrdîn, navê dayik Feyrûze navê bav Şakir, li Îzmîrê ji dayîk bûye 30’ê Hezîrana 2024’de li Metînayê şehîd bû.
Serdar Dûşerge bi asnav Dijwar Keleş, navê dayik Bahriye navê bav Fahrî li Amedê ji dayîk bûye 30’ê Hezîrana 2024’de li Metînayê şehîd bû.
Darşîn Mûsa bi nasnav Jiyan Rêdûr, navê dayik Fatma navê bav Mihemed Elî li Şamê ji dayik bûye 30’ê Hezîrana 2024’de li Metînayê şehîd bû.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi berfirehî qala 3 lehengan kir.
Ji bo şehîd Newal Mêrdîn wiha got:
Hevrêya me di nava malbateke welatparêz a Mêrdînê li Îzmîrê ji dayîk bû.
Tevî ku ji Kurdistanê dur mezin bû jî di ferqa rastiya dijmin de bû.
Ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn hebûn, sempatiya wê ji bo gerîla zêde bû.
2014’an xizmekî wê yê nêz ji aliyê dewleta Tirk a mêtîngeh ve hat qetilkirin.
Vê yekê hêrsa wê ya li dijî dijmin zêdetir kir.
Berê xwe da nava refên gerîla.
Bi vîneke mezin beşdarî tevahiya xebatan bû.
Weke gerîlayeke YJA-Starê ispat kir ku hêza jinê têrî tevahiya xebatan dike.
Li herêma Metîna destanên qehremaniyê nivîsandin.
Di roja fedaîtiyê de ango di salvegera şehadeta Zîlan de xwest bibe xwediyê çalakiyeke bi bandar a li dijî dijmin.
HPG’ê li ser şehîd Dijwar Keleş jî ev nirxandin kir.
Li Amedê di nav malbateke welatparêz de mezin bû.
Hê di zarokatiya xwe de PKK nas kir.
Bi şehadeta fermandar Numan Amed re tevlî xebatên şoreşgerî bû.
Kurapê wî Şehmûs Duşerge di berxwedana xwerêveberiyê de li Bismilê şehîd bû.
Vê yekê pir bandor lê kir û ji bo tola şehîdan hilîne berê xwe da nava refên gerîla.
Hêrs û kîna xwe ya li dijî dijmin bi pêşxistina xwe ya di warê leşkerî de bi wate kir.
Ti têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 3 caran birîndar bû.
Lê ji berxwedana xwe yek gav paş ne avêt.
Berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medya.
Ji berxwedana Herêma şehîd Delîl a Rojayê Zapê û li Metîna re rêbertî kir.
Çihê xwe di gelek çalakiyan de girt û derbên giran li dijmin hatin xistin.
Hevalame Jiyan Rêdûr jî di nav malbateke welatparêz a ji Kobanê li Şamê ji dayik bû.
Ferdekî ji eşîra Berazî ya hêja bû.
Di ciwaniya xwe de bû şahidê şoreşa Rojava û bi awayekî aktîf beşdar bû.
Paradîgmaya Rêber APO a ji bo azadiya gelan baştir nas kir.
Xizma wê Dîcle Kobanê 2014’an û birayê wê Rêdûr 2015’an şehîd bûn.
Piştî van şehadetan wê jî rêya qewitandina dagirkeran di beşdariya gerîla de dît.
2016’an berê xwe da Çiyayên Kurdistanê.
Ti carî jiyaneke ji rêzê ji bo xwe qebûl nekir.
Li qadên cûda xebat meşandin.
Herî dawî berê xwe da Metîna.
Di amadekirina tunel û çeperên berxwedanê de bû xwedî kedeke mezin.
Li qada Zendûra derfet dît ku bi fermandar şêhîd Rêber û Hêjare li dijî dijmin têbikoşe.
Li qada berxwedanê ya Serê Metîna yek ji wan hevrêyên me bû ku derbên pêşî li dijmin dan.
Ji kêliya beşdarî xebatan bûyî û pê ve di dilê hevrêyên xwe de cih girt.