Navenda Ragihandina HPG’ê têkildarî şehîdên Metîna daxuyaniyek da û got; 27’ê Tebaxa 2021’ê li herêma Girê Hekkarî ya Metîna, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de milîtanên Apoyî yên hêja Gerilla Çekdar Xelîla, Botan Sêgirkê û Ozgur Tolhildan şehîd bûn.
Gerilla Çekdar, Botan û Ozgur xwe fedayê têkoşîna azadiya gelê Kurd kirin û bêyî teredut, bi fedekarî şer kirin.
HPG ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya Şehîdan wiha eşkere kir.
Omer Salgur bi nasnav Çekdar Xelîla, li Wanê ji dayaîk bûye, navê dayîkê Xezal, navê bav Huseyîn, 27’ê Tebaxa 2021’ê li Metîna şehîd bû.
Sadik Guvercîn, bi nasnav, Botan Sêgirkê, li Şirnexê ji dayîk bûye, navê dayîkê, Mercan navê bav Emîn, 27’ê Tebaxa 2021’ê li Metîna şehîd bû.
Ehmed Muhammed, bi nasnav Ozgur Tolhildan, li Nisêbînê ji dayîk bû, navê dayîkê Hezna, navê bav Abdûrrahîm, 27’ê Tebaxa 2021’ê li Metîna şehîd bû.
HPG wiha behsa her şehîdan kir.
Gerilla Çekdar di nava malbateke ji eşîra Xelîlan a Wanê ya welatparêz de hate dinê. Hîna di zarokatiya xwe de Gerîla naskir û di ciwaniya xwe de, di nava xebatên ciwanan de cih girt, 2014’an tevlî nava refên Gerilla bû. Piştî perwerdeya despêkê, li her qada berxwedanê li dijî dijmin têkoşîn kir. Lehengekî jîr û bi cesaert bû. Di çalakiya 23’ê Nîsana 2021’ê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin, li Metîna darbên giran li hêzên dagirker xistin û di 27’ê Tebaxa 2021’ê de di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû,
Rêheval Gerilla Botan, dinava malbeteke ji eşîra Goyî ya welatparêz ji dayik bû û di dema zaroktaiya xwe de Azadiya Kurdsitanê nas kir. .
Hevrê Gerilla, di sala 2013’an de tevlî nava refên gerilla bû. Piştî perwerdeya destpêkê, li gelek qadên berxwedanê têkoşîn kir.
Piştre çû Botanê û piştî ku li Bakurê Kurdistanê demekê Gerîlati kir, careke din berê xwe da Herêmên Parastina Medyayê û li gelek qadan têkoşîn kir.
Hevrê Gerilla Botan, di 27’ê Tîrmeha 2021’an de, li herêma Metînay tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.
Hevrê Gerilla Ozgur Serhildan jî, li Nisêbînê dinava malabatek welatparêz de, ji dayik bû.
Malbata hevrê Ozgur, ji ber zext û zora dewleta Tirk koçî bajarê Girkê Legê ya Rojava kir. .
Hevrê Ozgur, bi destpêkirina Şoreşa Azadiya Rojava re, tevî ciwanan dest koşînê kir.
Piştî ku dewleta Tirk, Efrîn Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin û komkujî kirin, hevrê Ozgur berê xwe da Çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîla bû.
Hevrê Ozgur piştî perwerdeya destpêk, li her qada berxwedanê li dijî hêzên dagirker şer kir
Hevrê Gerilla Ozgur di 27’ê Tebaxa 2021’an de dema ku ji bo alîkariya hevriyên xwe yên ku li herêma Girê Hekkarî rastî êrîşa dewleta Tirk a dagirker hatin diçû, di êrîşeke d hêzên dagirk de tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.