Hunermedên ku li dawetê stranên Kurdî gotin hatin girtin

 

Hate diyar kirin ku li ser îxbarê, polîsan bi behaneya “stranên siyasî gotine” bi ser dawetên li 3 taxên cuda yên navenda Colemêrgê de girtin.

Çavkaniyên heêrmî gotin ku di daweta ku li taxa Sumbul hat kirin de, hunermendên herêmî û xwediyê dawetê bi behaneya “propagenndeya rêxistinê” hatin binçavkirin.

Heman çavkaniyan got; Serê sibehî, ji bo îfadeyê bang li kameravanên dawetê jî kirin.

Ji 7 kesên ku îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê hatin girtin, xwediyê dawetê K.D û kamerevanê dawetê hatin berdan, endamên koma muzîkê “Koma Ozgun” ji bo îfadeyên dozgeriyê sewkî edliyê hatin kirin.

Dozgeriyêm endamên komê N.T., B. U., İ. A. û A.O. T. bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin.

Dadgeriyê jî, bi behaneya propagendeya rêxistinê, 4 endamên komê girtin û şandin girtîgehê.