îranê bi zêdetirî 100 moşeken li Israîlê gelek dever hedef girtin

 

Li gorî nûçeyên ji herêmê tên Îranê zêdetir 100 moşek hatin avêtin.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Hagarî bang li gel kir ku biçin stargehên qewîn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, moşekên ku Îranê ber bi Qudsê ve avêtine, li qada hewayî ya Urdunê hatine rawestandin.

Piştî êrişên Israîlê yên li dijî serkêşên Hîzbullahê dihat meraqkirin wê Îran bi çi rengî bersiv bide.

Çavkaniyên ji Îranê ragihandin ku ev êriş bersivdana kuştina Haniye û Nasrallah hatiye kirin.

Li aliyê din Artêşa Îsraîlê bi şev bi leşkerên bejahî kete Lubnanê.

Îsraîl ragihandibû ku li dijî binesaziya milîsên Hîzbûllahê yên li gundên nêzî sînor, operasyon daye destpêkirin.