Di 40’emîn salvegera teqandina fîşeka yekem ya Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an de, ango di 15’yê Tebaxa 2024’an de di navbera Iraq, PDK û dewleta Tirk de li Enqereyê civînek hate lidarxistin. Di vê civîna ku berdewamiya hevdîtinên beriya niha yên li ser esasê hedefgirtina destkeftiyên PKK’ê û gelê Kurd de, bi hevkariya PDK’ê di navbera dewleta Tirk û Iraq’ê de ‘peymana ewlekariyê’ hat îmzekirin.
Şandeke ewlekariyê ya Iraqê bi serokatiya nûnerê PDK’ê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî û Endamê Îstîxbarata PDK’ê (Parastin) Rêber Ehmed, Serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed li Enqereyê li gel şandeya dewleta qirker ku Wezîrê Şerê Taybet û Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan, Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Yaşar Guler pêk dihat peymaneke metirsîdar li dijî Tevgera Azadiyê, gelê Kurd, xaka Herêma Kurdistan û Iraqê îmze kirin.
Li gorî peymanê, dewleta Tirk û Iraqê wê li Bexdayê navendeke hevpar a koordînasyon û îstîxbaratê ava bikin. Bi wateyeke din Bexda biryara bombebarankirina xaka Iraqê dide. Gund, zevî û baxçeyên welatiyan bi biryara Iraqê tên valakirin, şewitandin û wêrankirin.
Her wiha bi vê lihevkirina qirêj ya di navbera Iraq û dewleta Tirk a faşîst de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistan, serweriya Iraqê û welatiyên sivîl yên Kurd jî tên fermîkirin. Navenda leşkerî ya Başîqa ku beriya niha artêşa Tirk a dagirker di Îlona 2014’an de lê bicih bûbû û bi qasî 100 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyeyê dûre; ewê hem ji bo artêşa Tirk û hem jî ji bo artêşa Iraqê weke navenda perwerdehiya leşkerî were bikaranîn. Ev bi temamî bicihbûna artêşa Tirk a dagirker li Iraqê ye û bi vê lihevkirina qirêj dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan û dewleta Iraqê tê fermî û rewakirin.
-Pêngava yekem a pêkanîna vê lihevkirina qirêj ya dewleta Tirk û Iraqê di 23’yê Tebaxê de bi bombebarankirina wesayîteke rojnamevanên Şîrketa Chatr Media Production ku di encamê de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, her wiha yek jê bi fîzîkî 5 jî ji hêza lêdanê bandor bûn.
-Êrişên dewleta Tirk tenê bi vê yekê sînordar neman û di 3’yê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker gundê Merge Hewşê yê zozanên Sinûnê ku girêdayî bajarokê Sîdekan yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê topbaran kir û di encamê de şivanê bi navê Bedî Kemal jiyana xwe ji dest da.
-Di 4’ê Îlonê de li nêzî bajarokê Xelekan yê giêdayî navçeya Dûkan ya Silêmaniyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balafira bêmirov û biçek wesayîteke welatiyên sivîl bombebaran kir ku di encamê de bavê bi navê Muzefer Hisên û 2 kurên wî yên bi navê Mihemed Muzefer (18) û Mobîn Muzefer (14) şehîd bûn.
-Rojek piştî êrişa li Xelekan, di 5’ê Îlonê de balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a qirker wesayîteke din ya sivîlan li gundê Hermêle yê bajarokê Çiwarta (Şarbajêr) yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir. Di encamê de 3 welatiyên sivîlan ku yek ji wan zarok bû û kanûle di destê wî re bû, jiyana xwe ji dest dan.
Êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker yên li ber çavên Hikûmeta Iraqê û desthilata Başûrê Kurdistanê de, beriya du rojan ango di 10’ê Îlonê de dewleta Tirk Saziya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kir û di encamê de sê jinên binavê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezîme Kabûl birîndar bûn.
Ango, ji lihevkirina qirêj ya di navbera dewleta Tirk û Iraqê û vir ve balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a qirker bi sedan kîlometre kûrahî derbasî qada hewayî ya Iraqê bûne, li ber çavê Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatiyên sivîl yên Kurd bombebaran kirin ku di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 sivîl jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk rojê bi dehan caran gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, agir bi ser welatiyan de dibarîne, zarok û welatiyên sivîl qetil dike, daristan û jîngeha Kurdistanê dişewitîne, gundan vala dike, daristanan dibire û dişîne Tirkiyeyê. Ev hemû jî encama bêdengiya kûr ya kolanên Iraq, Herêma Kurdistanê her wisa ji kerbûna hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya demborî ye.
Tiştê ku hêjayî gotinê ye, tevî van hemû kiryaran û rijandina xwîna welatiyên xwe jî, lê Iraq bi awayekî bêşerm bi dewleta Tirk re lihevkirin û peymanên di bin navê ewlekariyê de îmze dike û bi pêkenîn biryara rakirina balafirên şer û bêmirov ku rojane agir bi ser zarokan Kurdan de dibarîne, îmze dike. Çavdêr jî Iraq û Herêma Kurdistanê weke sûcdarên hevparên êrişên hovane yên dewleta Tirk dibînin.