Hate diyar kirin ku malbata Sirri Sureyya Onder û DEM Partî wê îro ji bo Onder li Navenda Cemal Reşît Rey şînê deynin
Keça Onder, Ceren Onder Kandemîr jî di nav de, wê malbata Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan wê mêvanan pêşwaz bikin.
Şîn wê di 7’ê Gulanê roja çarşemê bi dawî bibe.
Li hêla din, ji bo Sirri Sureya Onder, wê li Stenbol û hemû rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan şîn werê danîn.