Ji 35 partiyên siyasî û tevgeran, daxuyaniya ‘Kongreya Diyaloga Niştîmanî

 

35 partî û aliyên siyasî, civakî û jinan yên Sûriyeyê, derbarê qaşo “Kongreya Diyaloga Niştîmanî”, ku wê li Şamê were lidarxistin, daxuyaniyeke hevpar da.

Parti û saziyên civakî, hilbijartina beşdarên diyalogê û nîşandana wan rexne kirin û destnîşan kirin ku ev rêbaz,rêbazên rejîma berê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku diyalogek rastî were pêşxistin, divê di kongreyê de hemû nûnerên aliyên siyasî, civakî û sivîl amade bin.

Eger ne wiha be, wê encamnameya kongreyê bê wate be.