Ji bo bîranîna şehîdê 14ê Temmuz çalekî hate kirin, Helikoptereke Skorsky hate xistin

 

Navenda Ragihandina HPGê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Gerillayên Azadiyê, ji bo bîranîna şehîdên 14 Temmuzê, lehengên Birçîbûna Mirînê ya Mezin, Kemal Pîr, Mehmet Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û Ali Çiçek, rêzeçalekî kirin û di encamê de 1 helikoptera Skorsky û 2 drona dane erde.

Navendê got: Ligel helikopter û drona, 1 konteynır û 1 çadır hatin tune kirin, 1 konteynır û mevziyek ji hatin darbekirin.

Navendê got; Li herêma Zapê qad Şehîd Delîl;

9ê Temmuzê, Gerillayên YJA Starê, li qada berxedanê ya Girê Cûdî, bi çekên ferdî 1 drona dane erdê.

10 Temmuzê jî, hêzên YJA Starê, li qada berxwedanê Girê Cûdî bi çekên ferdî 2mîn drona xistin erdê.

9 Temmuzê li qada berxwedanê Girê Amediyê, hêzên YJA Starê, bi çekên giran, li hêzên dagirker ku dixwestin bikevin nava liv û tevgerê xistin.

Di heman rojê de,hêzên YJA Starê, li qada berxwedanê Girê Amediyê, çekên dijmin yên giran kirin armanc, 1 konteynır û çadırek hatine tunekirin.

10 Temmuzê, li qada berxwedanê Girê Amediyê jî, li dijî hêzên dagirker yên dinava tevgerê de, bi çekên giran çalekî hate kirin û tevgera hêzên dijmin hate rawestandin.,

9 Temmuzê, hêzên YJA Starê, li qada berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên otomatik li hêzên dijmin xistin

10 Temmuzê, li qada berxwedanê Girê Bahar jî, helikoptera Skorsky ku dixwest dagirkeran deyne, hedef hate girtin û darbeyek giran xwar û kete erdê.

Piştî ketina helikopterê, helîkopterên şer yên artêşa Tirk herêm bombarduman kirin.

10 Temmuzê, qada berxwedanê Girê Bahar, li dijî hêzên ku dixwestin li herêmê bi cih bibin, 3 caran çalekî hatine kirin.

Li herêma Metîna jî,

9 Temmuzê li qada berxwedanê ya Serê Metîna, hêzên Gerilla, mudaxeleyî tevgera helikopteran kirin.

10 Temmuzê, li qada berxwedanê Golka bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin. konteyerek û mevziyek hatin darbekirin.

Navandê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jî agahî dan û got;

10 Temmuzê, li Girê FM, tunelên şer 12 caran bi gazên kimyewî û 5 caran bi amurên teqînê yên qedexe hatin bombekirin.

10 Temmuzê, li herêma Zapê, qada berxwedanê ya Şehîd Delîl tunelên şer 2 caran bi bombayên taktîk nukleer hatin bombe kirin.

10 Temmuzê, li herêma Metîna, qada berxedanê Şêlazê carêke bi dronayên bi amurên teqînê barkirî hate bomberkirin.

Navendê derbarê topbaranên Artêşa Tirk de jî agahî dan û got;

9 û 10 Temmuzê li Xakurkê, qada berxwedanê ya Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Girê Berbizinê 6 caran

Li heêrma Zapê jî, qada berxwedanê Şehîd Îbrahîm carêke

Li herêma Garê, qada Dêreşê, Mijê, Girê Zengil, Gûzê, Girê Reşît, Xêrê, Yekmalê, Deşta Kafya û Şiyê 9 caran,

Li herêma Zapê, qada Şehîd Delîl û Girê Bahar 4 caran,

Li herêma Metîna, qada berxwedanê Bêşîlî Direniş 1 carê û biştî 21 caran ji aliyê balafirên şer ve hatne bombarduman kirin.

10 Temmuzê, li herêma Zapê, qada berxwedanê Şehîd Delîl, Girê Bahar, ji aliyê helikopterên şer ve hatin bombarduman kirin.