Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ . ji bo 10’ê Cotmeha 2024’an, bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên navbera 1-10’ê Cotmehê bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hewldanên me gihîştin wê astê ku CPT bersiv da nameyên me û hevdîtin bi me re kir.
Lê heta niha gavek ne avêtiye.
Em êdî azadiya rêber Abdullah Ocalan dixazin.
Azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya rawestandina şer û pêkanîna aştiya li tevahiya heremê.
Di destpêka salê de, 69 kesayetên ku xelata Nobelê girtine name ji Serokê CPTê, Ddageha Mafên Mirovan û hwd re şandine û daxwaza rakirina tecrîd û azadiya Rêber Apo kirin.
Li gel van hewldanên jî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne hate rakirin û 3 sal û nîv in, tu agahî jê nayê girtin.
Ji ber vê yekê, emê di navbera 1 û 10’ê Cotmehê de bi nêzîkbûna salvegera yekemîn re, çalakiyan bikin.
Em bang li her kesî dikin ku hewldanên xwe zêde bikin, hîn bêhtir dîplomasiyê bimeşînin, berhemên rêber Abdullah Ocalan hîn bêhtir bixwînin, ji bo şikandina tecrîd û azadkirina Rêber Ocalan, çalakiyan bikin..”