Ji Buroya Hiqûq ya Sedsalê, Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî, ji bo hevdîtina muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serlî ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran destnîşan kir ku, hevdîta wan bi muwekîlên wan re, bi awayekî keyfî tê asteng kirin û gotin: Nêzî 4 salan e ku bi muweklê xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê nakin. Bi awayekî ne hiquqî û cezayê keyfî yên disîplîne mafê me û muwekîlên me têne binpêkirin.
Ji sedema astengiya demdirêj ya hevdîtiuna bi muwekîlên me re, fikarên di nava raya giştî de zêde kirine.
Weke parêzer, firkarên me jî zêde bûne û em dixwazin destur bê dayin ku em biçin Girava Îmraliyê û hevdîtina bi muwekîlên xwe pêkbînin.
Hevdîtina parêzeran bi muwekîlên wan re, hevdîtina girtiyan bi parêzeran wan re mafekî qanunî ye û bi tu awayî nayê asteng kirin.