Malbat û wasîyê Rêber Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên dinyên li Imraliyê, bi daxwaza hevdîtina bi xizmên xwe re car din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dîn,
Xwişka Omer Hayri Konar Emîne Konar, birayê Hamili Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, bi riya parêzerên xwe, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û daxwan kirin ku biçin Giravê û bi ximzên xwe re hevdîtinê bikin.
Malbatan destnîşan kir ku 44 meh in bi tu awayî agahiyê ji xizmên xwe nagiriin û gotin: Mafê me, ku bi kanunên hindur û Peymana Mafên Mirovan hatine misoger kirin têne bin pêkirin.
Em weke malbatên girtiyên li Girava Imraliyê û raya giştî ya li Tirkiyê dinava gumanan de ne. Pêwiste destur bê dayin ku em biçin Giravê û bi xizmên xwe re hevditinê bikin .