Ji bo PDK’ê hemû roj 31’ê Tebaxê ye, rojane xiyaneta xwe nû dike

Di sibeha 31’ê Tebaxa 1996’ê de PDK’ê destê dîktatorê herî mezin û desthilatdarê herî kujer yê serdemê (Sedam Husên) girt û anî ser Hewlêrê. Leşkerên rejîma Baas û çekdarên PDK’ê destê hev girtin, kolan û cadeyên Hewlêrê bi xwînê sor kirin. Yê ku ne ji wan bû girtin, kuştin.

Li ser daxwaza Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di sibeha 31’ê Tebaxê de hêzên artêşa Baas ji Kerkûk û Mûsilê ber bi Hewlêrê ve ketin tevgerê. Hejmara hêzên artêşa Iraqê digihişt 30 hezar leşker û 150 tankan. Tankên rejimê gihiştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Di hindirê Hewlêrê de jî tevlî çekdarên Barzanî bû û li hember gel û netewa xwe tişta ku ji hemû nirxên mirovahiyê dûre kir. Li gorî daneyên nefermî ji ber vê xiyanetê nêzîkî 30 hezar kes hatin kuştin.

Xiyaneta PDK’ê bi nameyekê destpê kir

 

Roja 22’yê Hezîrana heman salê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê rejima Baas Sedam Husên re dişîne û ji Sedam daxwaza hevdîtinê dike. Name bi van gotinan destpê dike; “Birêz serokê hêja, hûn bi jêhatina xwe fikra deswerdana Îraniyan ya di karûbarên navxweyî ya Iraqê bikin. Ez daxwaz ji te yê birêz û ezîz dikim, tika dikim fermanê bidin artêşa Iraqê ba li dijî ew hêzên biyanî yên alîkariya Celal Talebanî dikin bikevin nava liv û tevgerê.”

Barzanî di 31’e Tebaxa 1996’ê de ankû roja Hewlêr ji aliyê rejîma Baas ve hatî dagirkirin, di daxuyaniyeke çepameniyê de got; “Em Kurdîn û Iraqî ne. Dibe ku di navbera me û Iraqê de hinek nakokiyên biçûk hebin. Lê xala me ya hevpar ya herî mezin parastina xaka Iraqê ye.”

Armanca Barzanî û PDK’ya wî di vê xiyanetê de ew bû ku YNK bi temamî tune bike û Başûrê Kurdistanê ku bi destê YNK’ê hatibû rizgarkirin, radestî rejîma Sedam bike. Ev pinîyeke reşe ku PDK’ê di dîroka Kurdistanê de tomar kir ku weke xala herî reş ya dîroka Kurdan tê hesibandin.

Ev xiyaneta ku bû sedema komkujiyeke mezin, di demekî de hat ku gelê Başûrê Kurdistanê hîn birînên ku ji sala 1980’an û vir ve bi taybetî di salên 1988 û 1991’an de ji ber pêlên Enfal, Kimbaran û 1991’ê pê ve mabûn, derman nekiribûn. Lê Barzanî zêdetir xwê li van birînan kir û birînek kûr li ser dil û laşê hemû gelê Kurd çêkir.

Ya ku birînên vê xiyanetê derman nake û ji bîra Kurdan nabe; ya yekem Barzanî û PDK bi xiyaneta 31’ê Tebaxê şanazî kirine, ya duyem jî berdewamkirina li ser heman xeta xiyanetê ye.

31’ê Tebaxê xiyaneta berdewam ya PDK’ê ye

18 sal piştî xiyaneta 31’ê Tebaxê 1996’ê, PDK’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de xiyanet li Êzidiyên Şengalê kir û 12 hezar pêşmerge, asayîş û hêzên din yên ewlehiyê bi hêsanî û bi lihevkirina bi dewleta Tirk a qirker re ji Şengalê reviyan û Şengal bi sedhezaran jin, zarok û hemû civaka Êzidî ve ji DAIŞ’ê re hişt. Ne tenê ew, heta rê nedan ku xelkê Şengalê ji bo xwe ji zilma çeteyên hov yên DAIŞ’ê rizgar bikin biçin derveyî Şengalê an jî Çiyayê Şengalê. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û zêdetirî 6 hezar jin û keçên Êzidî dîl hatin girtin, di bazaran de hatin firotin û heta niha jî bi hezaran jinên Êzidî winda ne.

Ji xeynî van her du xiyanetên dîrokî, niha PDK’ê destê artêşa Tirk a dagirker girtiye û 40 km’yan aniye nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê. Ew bi xwe ji artêşa dagirker ya Tirk re rêyan, baregeh û nuqteyên leşkerî çêdike. Ji bo wesayitên leşkerî, tank, baregeh û nuqteyên leşkerên artêşa Tirk a dagirker elektrîk, gaz û benzîn dabîn dike. Her wiha xwarinê û pêdiviyên rojane ji wan re dibe. Ev hemû bi pereyên petrola Herêma Kurdistanê ku destkeftiyên gelin, dide artêşa Tirk dagirker û gelê xwe birçî dihêle.

PDK bi vê yekê jî ji xiyaneta li dijî gelê Kurd ku ew jî dibêje ez Kurdim têr nebûye û her roj sîxuriya dewleta Tirk, MÎT û artêşa wê dike. Bi agahî û sîxûriya PDK’ê dewleta Tirk rojane welatiyên sivîl, welatparêz û rojnamevanan qetil dike. Ya ku li dijî PKK, YNK û aliyên ne ji wan û Tirkan bin sixûriyê dike dîsa saziya îstaxbarata PDK’ê Parastin bixwe ye. Ji ber daxuyanî û nûçeyên derew yên PDK’ê û medyaya wê bajarê Silêmaniyê û Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê xistiye bin dorpêçê.

Çîroka xiyanetên berdewam yên PDKê ne tiştekî ku di çarçoveya 31’ê Tebaxê de maye. Ji ber ku niha jî her roj ji Zapê heta Pênciwênê, ji Amêdî heta Kelarê, ji Qeladizê heta Efrîn, Qamişlo û Kobanê belav bûye. Lê belê ne artêş, tank, dron, balafirên şer, kobra û fûzeyên dewleta Tirk û ne jî xiyanetên Barzaniyan û PDK’ê nikarin vîna gerîla, azadîxwaz, welatparêz û partiyên xwecihî yên her çar parçeyên Kurdistanê bişkînin.