HPG’ê derbarê çalekiyên Gerilla de agadî dan û got;
“Li herêma Geverê; 11’ê Tîrmehê bi taktîka sabotajê li wesayîta zirxî ya li qada Geliyê Oremarê ya di nava liv û tevgerê de, hate xistin.
Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û wesayîta leşkerî îmha bû.
Li herêma Metînayê; 11’ê Tîrmehê, di navbera hêzên Gerilla û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî. 3 caran bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku hewl didan belavî araziyê bibin, hate xistin.
Lê belê hejmara dagirkerên ku hatin cezakirin ne hate zelalkirin.
Di danê êvarî de ji sê aliyan ve li helîkoptera ku hewl dida were cihê şer, hate xistin.
Şeva 11’ê Tîrmehê jî, hêzên Gerilla mudaxileyî helîkoptera ku li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna di nava liv û tevgerê de bû, kirin.
12’ê Tîrmehê, bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hate xistin. 2 dagirker hatin ceza kirin.
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
11’ê Tîrmehê, bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
11’ê Tîrmehê, Hêzên YJA Starê, bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
12’ê Tîrmehê jî, Hêzên YJA Starê, bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin.
12’ê Tîrmehê, Hêzên YJA Starê, bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin nav liv û tevgerê xistin.
Tevgera dagirkeran hate sekinandin.
11’ê Tîrmehê , bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
11’ê Tîrmehê, bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin.
Dîse di heman rojê de, mudaxileyî helîkoptera ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dakeve, hate kirin.
11’ê Tîrmehê, hêzên YJA Starê, bi çekên nîv otomatîk 5 caran li dagikerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, xistin. Derbe li 2 çeperan hate xistin.
12’ê Tîrmehê dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk hate lêxistin û tevgera dagirkeran hate sekinandin.
12’ê Tîrmehê hêzên Gerilla mudaxileyî helîkopterên ku dixwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, kirin.
Navendê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn d ejî agahî dan û got;
11 û 12’ê Tîrmehê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 18 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
Navendê êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî wiha rêz kirin.
10, 11 û 12’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Kolît, Kendekola û Girê Berbizinê yên herêma Xakurkê 5 caran,
Qadên Mêranê, Kanî Sarkê, Deşta Kafya, Rêbînê, Zengil, Zêvkê, Yekmalê, Dêreşê, Gûzê û Hefttebax ên herêma Garê 15 caran,
Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metîna carekê,
Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran;
bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombebaran kirin.
11 û 12’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê ya Dergelê û Serê Metîna yên herêma Metîna û qada Şekîf a herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.