Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Ocalan

 

Meclîsa Civaka Ermenî, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, li Bexçeyê Xwendinê yê Qamişlo semînerek pêkanî.

Di semînerê de rêveberên TEV-DEM, endamên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Sûriye, Kongra Star, Kongra Îslama Demokratîk û saziyên civakî amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzdî Hediya Şemo axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocala, di dilê dilê Êzdiyan de ye.

Piştre, cîgirê Hevserokatiya Kongra Îslama Demokratîk Mazîn Harûnî axivî û got; Rêber Abdullah Ocalan li ser wateyên manewî yên ol û pêxemberan rawestiya ye û dûrketina ji sîfetên xwedayî weke xiyaneta li heman olê dibîne.

Berpirsê Perwerde û Rêxistinkirina Ermenî Hena Somê jî axivî û got; Rêber Abdullah, bingeha jiyana hevreyî ya Ermenî, Kurd û Suryanî-Kildan-Asûriyan ava kir. Cihê Rêber Abdullah Ocalan di fikir û dilê Ermeniyan de mezin e.

Hena Somêê herî dawî got; Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûcekî li dijî mirovaniyê ye û divê saziyên navneteweyî li dijî vî sucî bêdeng nemînin.

Serokê Meclisa Êla El-Tey Hesen El-Ferhan El-Ebdulrehman, lêkolînerê Siyasî û Berpirsê Têkiliyên Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çûlê jî axivî û gotin; Felsefeya netewa demokratîk ji bo gelan teva ye. Divê em vê projeye bi xurtî bikin parîtkê û biparêzin.

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Sûriye Ferzende Munzur jî axivî û spasî pêkhateya Ermenîkir û got; Divê em kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo xurt bikin. Ev dozeke mirovî, siyasî û hiqûqî ye.

Di dawiya semînerê de beşdaran jî fikrê xwe anîne ziman û semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.