Ji Senatoya Îspanyayê re pêşnûmaya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

 

Senatorên koalîsyona ku ji aliyê Esquerra Republicana de Cataluna û Euskal Herria Bildu ve hatî avakirin Gorka Elejabarrieta Dîaz ve Laura Castel i Fort li ser rewşa Rêber Apo pêşnûmayek pêşkêş kir.

Di pêşnûmayê de li gor Rêziknameya Navxwe ya Senatoyê, bangawaziya rêzgirtina mafên mirovî yên Rêber Apo hat kirin û daxwaz kirin ku ev pêşnûma di Komîsyona Karên Derve de bê bi kar anîn.

Di pêşnûmayê de hat destnîşankirin ku Rêber Apo yek ji wan rêberan e ku bi fikrên xwe yên çareseriyê tê naskirin.

Di pêşnûmayê de li Komîsyona Karên Derve ev bangawazî hatin kirin:

Bangawazî li himêmeta Tirk bikin ku bila biryarên Dadgeha mafê Mirovan ên Ewrûpayê bi cih bîne.

Bangawazî li Hikûmeta Îspanyayê kirin kuTirkiyeyê ji ber binpêkirina mafên mirovan yên li dijî rêber Apo û hemû girtiyên siyasî şermezar bike.

Komê bang li Hikûmeta Îspanyayê kir ku bi derfetên xwe yên dîplomatîk li ser Hikûmeta Tirk zextê bike da ku pêvajoya azadiya fizkî ya Rêber Apo dest pê bike.

Komê bang li civakên navneteweyî kir ku rewşa Rêber Apo ji nêz ve bişopînin, azadiya wî mîsoger bikin.