Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermenî Anahit Kasabiyan li ser rêxistiniya Yekîtiya Jinên Ermenî, rewşa jinên Ermen ya berî û piştî şoreşê ji ANF’ê re axivî û got; Beriya Şorşê, me zanîbû ku em Ermenî ne û tişîtekî din nebû.
Piştî Şoreşa Rojava rewş hate guhertin, civaka Ermenî, li ser dîrok, çand û nasnameya xwe rawestiya. Bi saya Şoreşê jinên Ermenî 80 semîner pêkanîn. Beriya 3 mehan jî, li Reqa, Dêre Zor û Hesekê kongeryên xwe pêkanîn. Ev gavên dîrokî ne.
Ya rast ev liv û tevger piştî Şoreşê hatin pêkanîn. Êdî em weke gelê Ermenî di nava gelên Bakurê Suriye de, bi nasnameya xwe dijîn û bi zimanê xwe perwerdehiyê didine zarokên xwe.
Bi rastî jî Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û em jinên Ermenî bi saya vê şoreşê bûne xwedî nasname.
Anahit Kasabiyan anîz ziman ku civaka Ermen ji aliyê dîrokî de di demên zehmet re derbas bû û got; Li tevahiya cîhanê nêzî 130 partiyên siyasî hene û qaşo civaka Ermenî temsîl dikin. Lê ew ji rastiya civaka Ermenî dûr in. Ji ber vê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriye weke civaka Ermenî, em ê bi pêşengiya jinan partiyeke siyasî ava bikin.
Anahît Kasabiyan got:Jinên Ermenî, yên li herêmê di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de xwe bi rêxistin dikin. Rêber Apo, fikir, pêşdîtin û paradîgmaya xwe ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan pêşengî kir.
Jinên Ermen pê bawer in ku fikrên Rêber Apo wê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê bîne. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me karê sereke ye û em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya xwe dibînin.