Parlamentera DEM Partiyê Ozgu Sakî destnîşan kir ku AKP ji bo “Şoreşa Rojava” bifetisîne û herêma Başûr dagir bike, bi desteka PDKê êrîşan dike û got;
Jinên kurd û femînîst wê bi xetekê de têkoşînê bikin.
Ozgu Sakî got; Tirsa mezin ya desthilatdariya AKP/MHPê demokrasî ye û got.
ji bo vê jî jinan û saziyên jinan dikine armanc.
Em tiştên anîne serê jinên Êzîdî jibîr nakin.
Li pêş çavên hemû cîhanê jinên Êzîdî di bazaran de wekî kole hatin firotin.
Ev şerma mirovaniyê bû, lê cîhan jî bêdeng ma.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan demekî ji Serokê Dewleta Sûriye Beşar Esad re digot “Kujer Esed” û got,
Niha jî dixwaze pê re hevdîtinê bike.
Armanc ji ew ku bi hev re êrîşî Gelê Kurd bikin.
PDK’ê jî girtina nava xwe û dixwazin hemu destektiyên Kurdan tune bikin.
Ozgu Sakî herî dawî got; Ne pêkan e ku ew bi serbikevin.
Em jinên Kurd û jinên Femînst, têkoşîna hevpar ava dikin.
Em ê bi vê yekîtiyê, bikevin qonaxek nû û serketinê misoger bikin.