Kalkan: Divê em her derê bikin qada şer û berxwedanê

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan şer û têkoşîna ji Zapê heta Dersimê, dagirkeriya dewleta Tirk ya li Heêrma Başûrê Kurdisranê nirxand û got;

Di bingeha her tiştî de pirsgirêka Kurd heye. Lewma cihê rêvebirina pirsgirêka Kurd jî sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceya Îmraliyê ye.

Me berê jî gotibû; cihê vê sîstema Îmraliyê di nava hiqûqê de nîne. Hemû derdorên hiquqî zextê dikin. Baroya Parîsê li CPT kete nava hewldanan. Banga Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hebû. Lewma nêzîkatiya siyasî ya CPT, ya Konseya Ewropayê esas e.

Li gel têkoşîna hiquqî, têkoşîna girseyî ya li hemberî tecrîdê jî girîng e. Li her qadê, li çar aliyên cîhanê têkoşînek heye. Bêguman divê hîn bêhtir bê xurtkirin, mezinkirin, daîmîkirin û belavkirin.

Kalkan got; Pirsgirêkên Kurdan, jinan, ciwanan, gelan, gelên Tirkiyê heye. Pirsgirêkên aborî, siyasî, demokratîk, mafên mirovan hene. Faşîzma AKP-MHP’ê di siyaset şer û kiryarên faşîzan de israr dike. Eger ev têkoşîn bi têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bibe yek wê encamê bigire.

Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan û pêkhatina demokrasî ye. ji bo vê jî divê gelê Kurd, jin, ciwan, gelên Tirkiyê teva tevlî têkoşînê bikin- Azadî û demokrasî bi vî rengî dikare bê bidestxistin.