Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişande ser şerê Gerilla yên Zap, Metîna û tevahiya Herêmên Parastina Medya û got; Ji bo têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bê biserxistin û encam bê girtin divê mirov teqez bi zimanê faşîstan têkoşînê bike.
Divê em karibin hesab ji êrişkariya faşîst bipirsin, tolê hilînin. Eger ev nebe, yanî hesab ji kiryarên wê neyê pirsîn, bersiva her êrişê neyê dayin, faşîzm nikare bê şikandin, êrişkariya faşîst nikare bê rawestandin û girseyên gel nikarin bikevin nava liv û tevgerê.
Duran Kalkan daznîn ku eger PDKê nebê amurê destê dewleta Tirkiyê, artêşa Tirk nikarê li hembrî Gerillayên azadiyê raweste wê 24 saetan de têkbiçe. PDK piştgiriyê dide, dibe alîkar. Mesûd Barzanî çû Bexdayê. Destûr dan û bi hev re ji şeva 3’ê Tîrmehê ve bi vî rengî tevgeriyan. Ev ne normal e û divê gelê Kurd, bi taybetî gelê hêrêmê qebûl neke.
Dewleta Tirk dostên Kurdan, dostê PDKê nîne, divêû tu kes xwe nexapîne. Artêşa Tirk gundên herêmê vala dike, li gelek deveran noqteyên konrolê danîne,. Ev dagirkeriyek fîîlî ye, divê nayê qebûl kirin.
Duran Kalkan, diyar kir ku helwesta Gerilla û gelê Başûr û gelên Iraqê wê encamê diyar bike.