Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di Medya Hevr TV de axivî û got; Divê têkoşîneke hîn radîkal bê meşandin.
Duran Kalkan dazanîn ku çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiyê ya cîhanî, ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê xwestin, li her çar hêlên Kurdistanê û her devera cîhanê dewam dike û wiha got:
Ya girîng ew e; ev têkoşîn di qadên navneteweyî de belav dibe.
Her ku ev têkoşîn belav dibe, sîstema tecrîda li Îmraliyê, sepanên zîhniyeta mêtinger û qirker bêhtir berfireh dibin.
Ji sendîkayên karkeran, hunermend, parêzer,akademîsyen, zanist û xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin. Ev hemû gelekî girîng û bi nirx in.
Di heman demê de, hewildanên hiqûqî jî zêdetir bûne. Hiquqnas dibêjin cezayê disîplîne qilifek e.
Tirkiyê 10 sal in biryara DMME bin pê dike. Ev rewşeke gelekî ciddî ye. Divê saziyên pêwendîdar bikevin tevgerê.
Derbarê civîna li Cenevê Duran Kalkan got:
Li civîna neteweyên Yekbûyî ya Cenevê, sîstema êşkence, tecrîd û qirkirina li Îmraliyê hate eşkere kirin û hate gotin ev sepan nayê qebûl kirin.
Desthilatdarên AKP’ê herî zêde ji vê bi bandor bû. Êdî mijar ketiye rojeva NY.
AKP’ê êdî tehşîr bûye. Ev jî tê wateya ku têkoşîn encam dide. Divê em vê têkoşînê mezintir bikin.
Diviyabû hin derdor ji derve zêdetir deng derxistana.
Gelo sedama vê rewşê çiye? Ev me dixe fikiran. Barzanî û rêveberên PDK’ê tên hişê me.
Ez çima vê dibêjim? Ji ber dema Rêber Apo li Romayê bû, Mesût Barzanî dosyayek pêşkêşî dozgeriya Romayê kir û daxwaz kir ku Rêber Apo bê girtin û darizandin û neyê berdan.
Kesekî ku di wê pêvajoyê de wiha bike, niha jî dikare her tiştî bike. Divê ev baş bê dîtin, fêmkirin û lêkolînkirin.
Cîhan jî dibêje, ev jî Kurd in û gilî dikin. Lewma hewl didin li gotinên wan guhdarî bikin. Di vî alî de pêwîste ev rûyê xiyanetê bê dîtin, maske bê xistin.
Eger wê siyaseteke Kurd hebe, divê li dijî sîstema tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê derkeve û azadiya Rêber Apo bixwaze.
26 sal in sîstemeke tecrîd û êşkence ya ku mînaka wê nîne tê domandin.
Doza azadiya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiya li Tirkiyê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.