Karasû: Tirkiye li derveyî hevsengiyê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di beşê 3mîn yên nirxaninên xwe de got ku, Tirkiye nikare riya enerjiyê ya G-20 asteng bike. Hêzeke xwe nîne ku li ber rabe, şantajên wan bikêr neyên.

Karasu bal kişande ser şer Israîl û Hammasê û got; Çewisandina Hamasê û qirkirina Hîzbûllahê weke armancên Îsraîlê yên di demên nêz de dihatin zanîn.Piştî êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê û zêdetir hezar kesî hate kuştin û gelek Cihu dîl girtin, Îsraîlê ev êrîş weke firsatek dîrokî bikaranî. Encam jî tê zanîn.

Lê ya balkêş. helwesta Erdogan û ekîba wî ye. Erdogan û ekîbê wî, rê li ber Hammasê vekirin ku êrîşî Îsraîlê bike û xwestin Peymana Ibrahîmî ya enerjiyê, ya di navbera Ereban û Îsraîlê de sabote bikin. Serneketin û Tikiyê ketiye pozîsyonek bêçaresetiyê.

Karasu destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê, dîse jî polîtîkaya qirkirina gelê Kurd dimeşîne û dixwaze encamê bidestbixe.

Tirkiyê bi vê siyastê ketine bin kontrola hêzên hegemon û hemû çavkaniyên aborî tune kirin. Şerê qirêj yê li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd, Tirkiyê her ku diçe dikevê rewşek xerab.

Vê siyasetê Tirkiyê li derveyî hevsengiya Rojhilata Navîn hiştiye.

Tirkiyê êdî ne dinava tifaqa Emerîka, YE û Israîl de ye, Iran jî wê siyaseta xwe ya li herêmê biguhere. Iran, Iraq, Husî û Hammas bi tifaq jî bin bandora Iranê wê li herêmê lewaz bibe.

Tirkiyê, yanî Erodgan û ekîba wî, mahkumê winda kirinê ne. Şantajên wan jî bi kêrî tiştekî nayên.

Yekane riya ku Tirkiye ewle bibe, girêdayî demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Eger pirsa Kurd çarser bike, ji bo demokratîkbûnê gavan biavêje, wê bandora wê ya siyasî, aborî û çandî li ser gelên Rojhilata Navîn çêbibe.