Karesateke pir mezin e ku zarokên Kurd li ser axa Kurdistanê bêne kuştin’

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK. Zeyneb Mûradî ji ajansa ANF’ê re axivî û got;

Dijminên gelê me, bi şeklê fizîkî, maddî û manewî êrîşî hemû nirxên gelê me dikin.

Di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de, bi tecrîda ku li ser Îmraliyê dixwazin vîna gelê Kurd bişikînin.

Bi êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê dixwazin hêviyên gelê Kurd tune bikin.