KCDK-E: Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo Minbicê rabe ser piyan

KCDK-E’yê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya çeteyên jêmayên DAÎŞ’ê li ser gelê Minbicê pêk bîne, banga lezgîn li gelên li Ewropayê dijîn kir.

 

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo Minbica ku di bin êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye banga seferberiyê li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku li ber NY, parlemento, YE, AHİM, saziyên sivîl û balyozxaneyên Tirkiyeyê çalakiyên lezgîn û bênavber li dar bixin.

Banga KCDK-E’yê ya bi sernavê “Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker em xwwedî li Rojavayê derkevin û xwe ji bo Minbicê seferber bikin” wiha ye: “Dewleta Tirk a qirker bir armanca dagirkirina Minbicê bi balafirên şer û çeteyên xwe êrîşên xwe yên dijwar didomîne. Erdogan ji bo ku piştî ketina Esad, serdestiya xwe li herêmê bidomîne û qirkirina Kurdan pêk bîne, bi çeteyên xwe yên ji çar aliyên cîhanê kom bûne, dixwaze xaka jiyana azad a gelê Rojavayê dagir bike.

Bi giştî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê pêvajoyeke giring rû dide. Piştî Esad rewş û planên heyî yekser guherîn. Destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojavayê bi metirsiyên cidî re rû bi rû ne. Dewleta Tirk a qirker, li herêmê li pêşiya aşîtiyeke mayînde gef û astengiyeke mezin e.

Dewleta Tirk a qirker, wek dijminê herî mezin li hember Kurdan disekine û bi hemû rêbazên qirêj û bi rêya çeteyan plana qetlîamê dike. Dewleta Tirk a dagirker naxwaze gelê Kurd bi tu awayî bibe xwedî gotin.

Divê gelê me yê li Ewropayê dijî, ji bo Sûriye û Rojavayê metirsiya çêbûna şereke nû bîne rojeva cîhanê. Divê em bibin dengê gelên li Rojavayê ku di nava şert û mercên azad de dijîn. Divê gelê me yê li Ewropayê dijî, li her cihê ku saziyên pêwendîdar hene, li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi çeteyên jêmayên DAÎŞ’ê re li ser gelê Minbicê pêk bîne, bi awayekî lezgîn berteka xwe nîşan bide.

Divê bi ruhekî seferberiyê tevbigerin ku em bikarin li ber NY, parlamento, YE, AIHM, rêxistinên sivîl û balyozxaneyên Tirkiyeyê çalakiyên lezgîn û bênavber bikin. Wek KCDK-E em bang li hemû aliyên Ewropayê dikin ku rabin ser piyan û li her derê seferber bibin û xwedî li Minbicê derkevin.”