Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa, bi wesîleya sala 101’an a Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe, daxuyanî da; banga tevlîbûna meşa girseyî kir, ku 27’ê Tîrmehê roja Şemiyê ango (sibe) wê bi ruhê seferberiyê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Peymana Lozanê di navbera Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin û hat gotin ku bi destê hêzên navneteweyî netew-dewleta nîjadperest hate avakirin û di tevahiya 100 salan de dewleta Tirk qirkirin li dijî gelan pêk anî.
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe ragihand ku Peymana Lozanê navê fermîbûna înkar û qirkirina gelê Kurd e û ev tişt got:
“Rêber Apo nehêla qirkirin temam bibe.
Fikrên Rêber Apo ku îradeya bi milyonan kesan e, ev plan hemû têk birine.
Weke KCDK-E di sala 101’an a Peymana Lozanê de, roja 27’ê Tîrmehê em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî meşeke girseyî lidar bixin, em bang li her kesê dikin ku ji bo vê meşê seferber bibin û beşdar bibin.”
Cih û dîroka ku wê çalakî lê were kirin:
27’ê Tîrmehê roja Şemî, saet: 13.00
Place des Pionnières, Lozan, Swîsre.