Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da
KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:
“Weke tê zanîn di 20’ê Cotmeha 2024’an de wê li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê çêbibin.
Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn geşedanên girîng lê diqewimin de, wê li Başûrê Kurdistanê hilbijartin bê kirin û ev hem ji bo Başûrê Kurdistanê hem ji bo tevahî Kurdistanê girîng e.
PDK û Barzanî li Kurdistanê bûne hêza ku pêşengiyê ji xeta hevkar û xiyanetê re dikin. PDK û Barzaniyan ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li hemû perçeyên Kurdistanê xiyaneta hevkariyê pêş xistiye û bûne perçeyeke qirkirina gelê Kurd.
Ev hemû nîşan didin ku tu eleqeya PDK û Barzaniyan bi Kurdayetî û doza Kurdistanê re tune ye û berovajî wê bûne perçeyeke siyaseta li dijî gelê Kurd û şebekeyeke wisa ye ku di çarçoveya berjewendiyan de bi dijmin re her cure têkiliyan pêk tîne.
KCK di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser girîngiya hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê û wiha dirêj dike:
Ji ber wê yekê gelekî girîng e ku gelê me di hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an de li dijî xeta xiyanet û hevkariyê helwesteke xurt pêş bixe. Gelê Kurdistanê yê welatparêz divê piştgiriyê bide hêz û namzedên welatparêz, demokratîk û neteweyî û girêdayî van yekan helwesta xwe nîşan bide.
Gelê me divê di hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an de li ser vî bingehî tevbigere û îradeya xwe bi rengekî xurt nîşan bide.
KCK di daxuyaniya xwe de vê bangê li hêzên welatparêz jî dike:
Divê hêz û namzetên welatparêz jî xwedî li vê helwesta gelê Kurdistanê derbikeve û li dijî xeta hevkar û xiyanetê, xeta welatparêziyê û hêmanên demokratîk esas bigirin û bi vî rengî xebatan bimeşînin.”