KJK: dev ji hevkariya komkujiyê berdin

 

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê derbarê êrişa dewleta Tirk a li Seydsadiqa Silêmanî li hemberî wesaîta rojnamevanan û şehîdkirina 2 rojnamevanên jin daxuyanî da.

KJK’ê di seride êrişa li dijî kedkarên çapemeniya azad rûrêş kir û got:

Em vê êrîşa nemerd bi nefret şermezar dikin, sersaxiyê ji malbat, kedkarên çapemeniya azad û gelê xwe re dixwazin.

Em soz didin ku em ê di têkoşîna xwe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bidin jiyîn.

KJK’ê balkişand ser sedemen êrişan û wiha dewam kir:

Ji ber ku li hemberî êrişên dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê pêktîne helwest nayên nîşandan, êriş sîstematîk bûne.

CPT ragihandibû ku navbera 1991 û 2024’an de di êrîşên Dewlata Tirk a dagirker de 344 kesa jiyana xwe ji dest dane, 358 kes birîndar bûne û 170 gund hatine valakirin.

Di heman demê de li Rojava û Şengalê hêzên rêveberiya xweser û sivîl tên qetilkirin, li Bakurê Kurdistanê li dijî zimanê Kurdî şer tê meşandin.

Konsepteke qirkirina Kurd a topyekûn li ser tevahiya Kurdan tê meşandin.

KJK li ser peymana Enqere-Bexdayê ya di 15’ê tebaxê jî wiha got:

Bi peymana 15’ê tebaxê, li hevkirineke nû ya qirkirina Kurdan ket meriyetê.

Ya ku vê peymanê ji peymanên din cuda dike ev e ku cara ewil partiyeke ku qaşo partiya Kurd e, rasterast di lihevkirina qirkirinê de cih digire.

PDK’ê ji bo ku hêzên qirker di vê peymanê de lihev bike bi rola wezîrê têkiliyên derve yê Tirk rabûye û piştî peymanê tasfiyekirina hêzên xweparastinê yên Şengalê YBŞ-YJŞ’ê û girtina Çapemeniya Azad xist rojevê.

Bi vî rengî PDK’ê zemîna êrîş û komkujiyên nû afirand.

Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di encama zemîna vê peymanê de hatin qetilkirin.

Divê gelê me û raya giştî ya hêja bizanibe ku ev peymana qirkirina nû ne tenê li dijî Tevgera Azadiyê ye.

Plana qirkirinê bi armanca hemû destkeftiyen gele kurd ji holê rake hatiye plankirin.

Peymana Cezayîrê ya nû û rewşek nû ya Enfalê heye.

Ji ber ku Tevgera Azadiyê li pêşiya pêkanîna vê qirkirinê asteng dibînin, rasterast êrişî wê dikin.

Koordînasyona KJK vê bangê jî kir.

Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin; li dijî xiyanet û qirkirinê helwesteke şoreşgerî nîşan bidin.

Banga me ji bo civaka navneteweyî jî ev e;

Serbestiya qada hewayî ya ku li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava pêşkêşî dewleta Tirk tê kirin, hevpariya komkujiya Kurdan e.

Em bang li wan dikin ku dev ji vê hevkariya komkujiyê berdin.

Gelê Kurd wê ji her demê zêdetir bi hêztir vê peymana qirkirinê têk bibe, dîktatoriyan hilweşine