KNK’ê bi partiyên siyasî re girîngiya Konferansa Yekrêziya Kurdî nîqaş kir

Şandeya KNK’ê,çû serdana partiyên li Rojava û derbarê konferansê de hevdîtin kirin.

Şande di destpêkê de çû serdana Meclisa Gelan a Demokratîk û Rêveberiya Kantona Cizîrê.

Piştre, çû serdana Kongra Star

Piştî hevdîtinan şandeyê destnîşan kir ku, wan di serdanan de, li ser girîngiya pêkanîna “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” axivî ne.

Şandeyê got ku, ev serdan giring in û ew ê heta 30’ê Nîsanê, serdana partî û saziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.