KNK’ê Seyîd Riza û hevalên wî bibîr anî

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyek pêşengên berxwedana serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî bibîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di kesayetîya Pîr Seyid Riza û rêhavalên wî de hemî cangoriyên serhildanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û hişmendîya qirkirinê şermezar dikin.

“Bi hezaran keç, xort, jin, kal û pîr bi gule, singoyan, bombebaran û gazên kîmyewî hatin qetilkirin.

“Ava çemê Munzûrê bi xwina cangorîyan sor bû û herikî.

“Lê Seyid Riza û rêhevalên wî li gel xelkê Dêrsimê li hemberî hovitîya dagirkeran serî netewandin.

“Komkujîya Dêrsimê bû sedema êş û hêrseke mezin di dilê gelê Kurd de û heta roja îro jî her berdewame.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku komkujiya Dêrsimê, dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd eşkere derxist holê û wiha dewam dike:

“Bêguman tekoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşvebirina hişmendiya azadîyê, bi têkbirina hişmendiya qirker û mêtinger û bi rizgarkirina gelê Kurdistanê, vê erka dîrokî bi cîh tîne û ji berpirsyaran hesab dipirse.

“Em dubare soz didin ku emê bigihêjin vê armancê û li hember bîranîn û têkoşina bi rûmet ya Seyîd Rizayan bi rêz û hurmet bîr bînin.”