Nobeta Azadiyê ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropa ye, ji sala 2012’an û vir ve li Frensa bajarê Strasbourgê, li qadeke nêzî saziyên rêveberiyên Yekîtiya Ewropa bê navber dewam dike.
Çalakî di hefteya 637’an de, bi koma ji Elmanya bajarê Pforzheimê dewam dike.
Di komê de Nevzat Yilmaz, Cafer Selçûk û Abdullah Şirnexî cih girtine û gotin:
Gelê Kurd tecrîd û girtina Rêbertiya xwe qebûl nakin.
4 sal in ku bi tu awayî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin, ev zilmeke mezin e û berpirsiyar jî saziyên YE û hêzên navneteweyî ne.
Komê bang li raya giştî ya Ewropa kir ku zorê li desthilatdariyên xwe bikin, ku tecrîda li ser Rêber Apo rabe û demildest werê berdan.
Komê bang li Kurdistaniyên li derveyî welat jî kir û ji bo azadiya Rêber Apo, li her qada jiyanê têkoşînê bikin.
Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.