KON-MED’ê banga lidarxistina çalakiyan kir

KON-MED’ê ji ber qetilkirina 2 rojnamevanên jin bang li hemû pêkhateyên meclisê û gelê Kurd kir ku dakevin qadan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov êrîşeke tirsonek pêk anî û du pêşeng û rojnamevanên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara qetil kirin û ev jinên şoreşger tevlî karwanê şehîdan bûn.

Em Barzanî û hikûmeta Iraqê ku destûr daye operasyonên dersînorkir û komkujiyên dewleta Tirk a faşîst, şermezar dikin. Weke KON-MED’ê em bang li hemû pêkhateyên meclisê û gelê Kurd ê welatparêz dikin ku dakevin qadan û bi girseyî wan şermezar bikin.”