“Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe”
Bi ve diruşme 2. konferansa Akademiya Jineolojî di 25 û 26″ê de li Hesekê hat lidarxistin.
300 delege beşdar bûn.
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman, xerhatina hemû jinan kir û wiha got;
Ji ber krîza li Rojhilata Navîn, şer û pêvçûnan jin di warê civakî, siyasî û aborî de bê rastî gelek zextên deshilatan tên.
Lê jin ji dîroka mirovahiyê heta niha li deshilattaran têdikoşin.
Piştî axiftine li ser rêwîtiya 14 salan a Jineolojiyê sinevizyonek hat nişandan.
Paşê jî peyamên Koordînasyona KJK, PAJK’ê û rêxistinên jinan ên ji bo konferansê hatine şandin hatin xwendin.
Jinan 2 rojan bi panelan li ser armanc û rêbazên jinelojiyê niqaş meşandin.
Piştî sînevîzyonê pêşniyar û nirxandinên beşdaran hatin nirxandin û encamname hat amadekirin.
Şano û reqsên gel hatin pêşkêşkirin
Konferans, bi lîstika ‘Şanoya Sî’ ya ji aliyê beşdarên enternasyonal ên di Enstîtuya Andrea Wolf de cih digrin û behsa şoreşa jinan dikir hat lîstin.
Koma govend ya Koma Meclisa Jinên Ermen hunera xwe pêşkeş kir.
Konferansa jinan bi diruşma Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.