Konferansa 5’emîn a TEV-DEM’ê bi hilbijartineke hevserokatiyeke nû bi dawî bû

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) konferansa xwe ya 5’emîn bi dirûşma “Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne” li bajarê Hesekê bi beşdariya 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî li dar xist.

Di konferansê de rapora salê ya tevgerê, perspektîfên siyaseta nîştimanî û rêzikname hatin xwendin. Her wiha rêzikname hat nîqaşkirin û hin guhartin hatin çêkirin.

Di konferansê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wek hevserokên nû yên tevgerê hatin hilbijartin û endametiya 100 kesan ji bo Meclisa Giştî hat pejirandin.

Hevseroketiyê û endamên nû soza domandina têkoşînê û şopa şehîdan ji bo pêkanîna armancên şehîdan, nû kir û sond xwar.

Di dawiya konferansê de encamnameyek hat dayîn û wiha ye:

– Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di serê xebatên pêşîn û berpirsiyariya tevgerê be.

– Destekdayîna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd.

– Destekdayîna qada perwerdeyê ya yekitî û rêxistinên civaka demokratîk di çarçoveya parastina cewherî de.

– Xurtkirina sazûmaniya rêxistinên civaka demokratîk û pêkanîna têkiliyên dîplomasî bi rêxistin û saziyên sivîl re li ser asta herêmî û navneteweyî.

– Avakirina meclisa jinan di sazûmaniya rêxistinî ya tevgerê de.

– Teqezî li ser girîngiya rola ciwanan di rêxistinên civaka demokratîk de bi rêya rêxistin û perwerdeyê.

– Tevlêkirina hemû yekitiyan li komînan ji bo pêşxistina asta rêxistinî û xizmetguzarî ya komînan.

– Girîngîdayîna lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de.

– Xebitîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û misogerkirina vegera ewle ya koçberan.