Di konferansê de li dijî siyaseta şer û bandora wê, li ser têkoşîna civakî û jinê li ser rewşa Rêber Apo panel hain çêkirin.
Konferans bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.
Rojnamevan Ertugrul Mavîoglu encamnameyê xwend.
Ev biryar di konferansê de hatin girtin:
1- Konferans armanc dike ku bi tecrubeyên tevgerên jinan tevkariyê li aştî û demokrasiyê bike. Mîmarê Felsefeya Azadiyê Jin Jiyan niha di tecrîta mutleq de ye. Ev tecrîd bandorê li jinan jî dike. Heta ku ev tecrîd ji holê ranebe ti şansê me yê aşitiyê nîne. Têkoşîna hemû jinên şîdeta dewlet û mêr lê hatiye kirin, di serî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza del Mayo, Emîne Şenyaşar, wê ji aliyê hevparên konferansê ve platformên navnetewî bê vegotin.
2- Rûdanên dîrokî û siyasî rewşa rêber Abdullah Ocalan bi çareseriya pirsa Kurd re li ser esasên demokrasî û azadiyê kiriye yek. Yekitiya van her du rastiyan; Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê divê hemû xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsa Kurd, vekirina rêya aştî û muzakereyê û derbaskirina rejîma otorîter û faşîst bi perspektîfeke ku azadiya rêber Apo hedef dike, bimeşîne.
3- Ji bo aştiyeke adil û mayînde pêk were, divê arşîveke hafizeya lêkolînên aştiyê bê çêkirin û pêşî li avakirina zimanekî aştiyane yê berfireh ku wê aştiya civakî pêk bîne, bê vekirin. Ji bo ku daxwaza aştiyê û zimanê wê ji beşên cuda yên civakê re were gihandin divê kampanya bên organîzekirin.
Ertugrul Mavioglû herî dawî jî ev peyam dan;
Xeyalek me heye. Em dikarin mêtingeriyê rawestînin, em dikarin nehêlin ku fabrîkayên çekan wan çekên kujer çêbikin. Em dikarin pêşî li şeran bigirin. Banga me ev e; Werin, bibin hevparê vê xewna aştiyê ku ji aliyê dîrokê ve hatiye tecrûbekirin.