Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê Heta ku faşîzm neyê têkbirin û tinekirin, ne pêkane ku dem û rojên ronî bên.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê, xespkirin û tayîn kirina qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezxar kir5 û got, Divê gelê me, jin, ciwan, alîgirên demokrasî û azadiyê, dostên me, li dijî faşîzma desthilatdariya AKP/MHPê têkoşîna xwe dijwra bikin.

Heta ku faşîzm neyê têkbirin û tinekirin, ne pêkane ku dem û rojên ronî bên.

Piştî xespkirina Şaredariya Esenyûrt ya Stenbolê û girtina şaredar Ahmet Ozer, niha jîş şaredariyên Mêrîdn, Êlih û Halfetî hatin xesp kirin

Desthilatdariya AKP/MHPê, versiyona Hîtler e û ji îradeya gel ditirse. Li hemberî va nêrîşên bêperwa , ji bilî berxwedan û têkoşînê sekneke din nayê qebûl kirin.

Klîka faşîst a AKP-MHP’ê wê winda bike, jin û gel wê bi ser bikevin.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

KJKe got ku, desthilatdariya faşîst 22 sal in li Tirkiye û Kurdistanê, bi gelan xwînê dide verişandin.

Tê fêhmkirin ku nîqaş û hevdîtinên li ser amadekirina destûra bingehîn a nû, silavdayina Bahçelî û bangên li Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin, hemû di çarçoveya vê konsepta fşzîan de bûn.

Bi vê konsepta nû, careke din eşkere bû ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, ji bo Kurdan, jinan û gelan gavekê navêje.

‘Divê em yekîtiya xwe ya navxweyî xurt bikin’ û têkoşîna xwe mezin bikin û vê desthilatdariya faşîst têkbirin. Ya ku divê bê kirin ev e.