Kurdistanî bi rengên xwe tevlî 1’ê Gulanê ya li Stuttgartê bûn

 

1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Elmanya bajarê Stuttgartê bi coş hate pîrozkirin.

Hate gotin ku nêzîkî 5 hezar kesî beşdar bûnê.

Di meşa dibin dorpêça polîsan de hate pêkanîn, Kurd jî, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê, tevlî pîrozbahiyê bûn û bi diruşmeyan, bal kişandin ser têkoşîna li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê.

Elmanê bi navê Denis, ji ANF’ê re axivî û 1’ê Gulanê li Rêber Apo pîroz kir û got;

“Îro Roja Karkerên Cîhanê ye.

“Em Abdullah Ocalan vedixwînin, em bang dikin ku di pîrozbahiyên 1’ê Gulana sala bê de, tevlî me bibe.”

Piştî meşê li qada Marienplatzê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em bi peyameke zelal û sembolîk dibêjin ku ev qad dîsa ji aliyê tevgera sendîkayên çepgir, yên li dij-faşîzm û li dij-kapîtalîzmê ve hatiye bidestxistin.

“Em ji bo ji têkiliyên kapîtalîst qut bibin û avakirina civakek demokratîk li vir in.”

Meşa ku bi qasî 3 saetan dom kir, li ber Navenda Lilo Hermann Linkes bi dawî bû.