Çalakî li ber ofîsa Netewên Yekbûyî ya li qada Natîons pêk tê.
Kurdistanî li vêderê kom dibin û azadiya Rêber Apo dixwazin.
Çalakiya vê heftiyê di şexsê şehîdên Şoreşa Rojava de, ji bo şehîdên azadiyê hemûyan bi rêzgirtinê destpê kir.
Veysel Kûşkanadi li ser navê komîteya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” daxuyanî xwend.
Bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û hêzên wê yên paramîlîter û got;
“Careke din berê pêkhateyên herêmê dan ber bi koçberiyê ve…”