Li Berlinê salvegera PYD’ê hat pîrozkirin

 

Li paytexta Elmanya Berlinê, bi çalakiyekê 21mîn Salvegera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat pîrozkirin.

Piştî rêzgirtinê, rêbeverê PYD’a Berlinê Adnan Ose axivî û got:

“Şerê ku li Rojhilata Navîn dewam dike û rê li ber guherînên nû vedike, Loma divê wek Kurd em jî xweparastina xwe pêş bixin. Divê em xwedî li partî û saziyên xwe derkevin û bi hişmendiyeke neteweyî erka xwe bi cih bînin.”

Piştre Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut axivî û got;

“PYD ji destpêka avabûnû heta îro gelek pêvajoyên dijwar derbas kirin. Di encamê de jiyaneke demokratîk, li ser esasê azadiya jinê û ekolojiyê hate avakirin.

“Avakerê paradîgmaya demokratîk, li ser esasê azadiya jinê û ekolojiyê Rêber Apo ye. Birêz Abdullah Ocalan ev 26 sal in dibin tecrîdê de ye û 44 çar meh in ti agahî jê nayê standin. Vê jî fikarên Kurdan zêde kiriye.

Divê Kurd, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber apo biqêrin û bi ruhê seferberî çalekî û têkoşînê bidin.

Zubeyde Zumrut bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku di 16’ê Mijdarê de, tevlî meşa li Kolnê bibin.

Çalakî bi stranên hunwermendên Kurd û girêdana govendê dewam kir.