Dewleta Îranê li dijî jinan siyaseta darvekirinê didomîne.
Dadgeha Îranê herî dawî di 4″ê Tîrmehê de derbare parezvana mafê jinan Şerîfe Muhamedî û di 23″ê Tîrmehê de jî derbaare rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî di jî biryara darvekirinê dabû.
Li dijî siyaseta darvekirinê, li zindanan Evînê girtiyên siyasî dest bi çalakiyan kirin.
Li aliyekî çalakiya girtiyan didome, li aliyê din jî gel li derveyî welat di nava çalakiyan dene.
Kurdistanî û çalakvanên siyasî bi pêşengiya KJAR, PJAK, TJK-E ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê çalakî li dar xistin.
Çalakî bi beşdariya sedan kesî li paytexta Belçîka Brûkselê li ber balyozxaneya Îranê hat lidarxistin.
Di çalakiye bi berzkirina dirûşmeyan rejîma Îranê hat şermezar kirin.
Li ser navê komîteyên karên derve yên PJAK û KJAR’ê daxuyanî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
Ji bo pêşî li biryarên hovane yên dewlata Îranê bê girtin, ji her demê bêhtir pêdiviya me bi hevgirtin û piştgiriya bi hev re heye.
Îran bi cezayên darvekirinê ku li jinan û çalakvanên siyasî dibire, dawiya xwe tîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran ji ber bêdengiya saziyên navneteweyî cezayê darvekirinê li jinan dibire û wiha dewam kirin:
Îran ji ber ku herî zêde ji jin û hêza jinê ditirse, her tim bi awayeke sîstematîk tev digere.
Em bang li raya giştî û saziyên mirovî dikin ku li dijî darvekirinan bêdeng nemînin.