Malbata şehîd Tolhildan, da zanîn ku ew li dijî xiyaneta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk li rex gerîla disekinin. Malbatê ku tevî çalakiya 111 rojan jî nikarîbûn cenazeyên xwe werbigirin, dan xuyakirin ku PDK’ê xiyanet li gelê Kurd kiriye.
Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medya ya li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Malbatên şehîdan ên li Rojava ji roja ewil a êrîşan ve êrîş û xiyaneta dewleta Tirk û PDK’ê red dikin û destnîşan dikin ku ew li rex gerîla ne.
Komeke gerîla ya ji 7 kesan pêk dihat di şeva 28-29’ê Tebaxa 2021’an de li Xelîfanê ya li ser Ava Zapê rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatin û di encama vê êrîşê de 5 gerîla şehîd bibûn. Yek ji van şehîdan jî gerîla Tolhildan Raman bû. Dayik Ayşan Temîr û xwişka şehîd Evîn Temîr ên ku heta niha nizanin cenazeyê wan li kur e, bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta hevkarê wê PDK’ê û piştgiriya xwe ya ji bo gerîla anîn ziman.
‘EM LI REX GERÎLA DISEKININ’
Dayik Ayşan, nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da û got, “Dewleta Tirk êrîşê gerîla dike, êrîşê Rojava dike. Li Rojava herî kêm heta niha me 12 hezar ewladê xwe, şehîd da. Bese êdî bila dilê dayikan neşewitîne û dawî li êrîşên xwe bîne. Ji aliyekî ve êrîşî gel dike, li aliyê din jî li çiyayên Kurdistanê êrîşî gerîla dike. Gerîla ewladên me ne. Bila destên ku êrîşî gerîla dikin bişkên. Dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd bibe xwedî parçeyek ax. Ji bo ku em li welatekî azad bi aramî nejîn, çi ji destê wî tê dike. Destketiyên Kurdan qebûl nake. Gerîla pêşengê gelê Kurd e û ji bo gelê Kurd canê xwe feda dike. Bi hedefgirtina gerîla re dixwaze li dijî gelê Kurd qirkirinê bike. Hebûna xwe di têkbirina gerîla de dibîne. Lê belê eger difikire ku wê gerîlatiyê biqedîne, ew di nava şaşîtiyeke mezin de ye” û anî ziman ku ew li rex gerîlaya YJA-STAR û HPG’ê ne.
‘BILA PDK’Ê CENAZEYÊ TOLHILDANA MIN BIDE’
Dayik Ayşan, ji bo cenazeyê keça xwe Tolhildan Raman a ku di kemîna PDK’ê de şehîd bibû bigire, li ber Deriya Sînor a Sêmalka 111 roj beşdarî çalakiya konê bû. Dayik Ayşan, da xuyakirin ku cenazeyê Tolhildan di destê PDK’ê de ye û daxwaza cenazeyê keça xwe kir. Dayik Ayşan, wiha domand, “Keça min Tolhildan di kemîna PDK’ê de şehîd bû. PDK’ê alîkarî da dewleta Tirk. Pêşî kemîn danî û piştre rê da ber bomberdûmana dewleta Tirk. Jixwe re dibêje Kurd, lê destê wî di xwîna keça min de heye. Dewleta Tirk û PDK’ê yek in, hevkar in. Dema mijar dibe PDK’ê xwe weke Kurd dide nîşandan û dibêje ew destketiyên gelê Kurd diparêze. Wê demê çima Tolhildana min di kemînê de şehîd kir? Tolhildana min piştî Rêbertî dîl hat girtin, ji bo doza gelê Kurd biparêze, biryara tevlîbûna nava gerîla dabû. PDK’ê dibêje, ‘Ez Kurd im, Kurd birayên min in’. Baş e çima PDK’ê alîkariya dewleta Tirk dike, li cem dewleta Tirk e û dijminatî li Kurdan dike? Ti eleqeya PDK’ê bi biratiyê re nîne. Di xeta îxanetê de kûr dibe û dewam dike. PDK’ê naxwaze gelê Kurd bibin yek. Ji bo vê jî li rex dewleta Tirk e. dema ku divê li hêla gerîla be li ser şopa dewleta Tirk direve. Divê PDK’ê dawî li xiyaneta xwe bîne. Dilê min şewitand, bila dilê dayikên din neşewite.”