Li Êlihê ciwanan piştî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin

Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê li dar xistî, bi dawî bû.

Ciwanên tev li mitîngê bûn, piştî mitîngê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Êlih dê ji faşîzmê re bibe goristan” meş li dar xistin.

Polîsan bi ava şid êrişî meşa ciwanan kirin. Heta demekî rageşî berdewam kir û piştre bi dawî bû.